Mem Bawer; li keviya pexşanhelbestê

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 1 Sibat 2024 - 00:16

  • Weşanxaneya Lîsê sê pirtûkên nû yên helbestavan û nivîskar Mem Bawer ji nû ve çap kirin. Mem Bawer di van pirtûkên xwe yên helbestan de bi tarz û teknîkên nû yên helbestê daketiye û helbestên xwe bêhtir bi şêwaza pexşanhelbestê nivîsandine.

Weşanxaneya Lîsê sê pirtûkên helbestê yên Mem Bawer ku berê ji weşanxaneyên cuda derketibûn ji nûve çap kirin. Navên pirtûkên Mem Bawer ên ku ji nûve hatine çap kirinê ev in; Monologên Evînên Kedîkirî, Melayîketa Dîl û Stêrka Sêvê. Ji xeynî pirtûkên helbestan Mem Bawer bi wêjeya zarokan re jî mijûl e û heya niha birek pirtûk jî ji bo zarokan nivîsandine. 

Mem Bawer, di pirtûka xwe ya bi navê “Stêrka Sêvê” de, xwestîye ku xwendevan li hêmayên veşartî yên jîyana xwe bigerin. Pirtûk bi tarzeke cuda hatiye nivîsîn, navê helbestan tine ye, ya rastî navê helbestan jimar in. Rêzên her helbestê bi qasî hejmara wê ye. Helbest bi zimanekî sivik hatine nivîsîn. Pirtûk ji sî û şeş helbestan pêk tê. Helbesta 34’an dîyarî dayikên Robozikê kiriye. Helbestên pirtûkê li ser hêmayên evîn, serhildan, têkçûn, dê, bav, xweza û êşê hatine avakirin. 

Beşek ji helbesta wî ya “Stêrka Sêvê” wiha ye;

tu stêrka nava sêvê

tu bêhna evîna şevê

tahma pincarên biharê

ku her kes pê nizane 

ka li kîjan quncikê deşt, gelî û newalan veşartiye.

Cot caran min ji te hez dikir

Mem Bawer, di “Melayîketa Dîl“ de pexşanhelbest ceribandîye. Pirtûk ji nozdeh beşan pêk tê. Ji hêmaya evînê dest pê dike û bi hêmaya mirinê bi dawî dibe. A rast pirtûk bi tena serê xwe helbestek e. Di pirtûkê de gelek hêma û teknîkên cuda hatine bikaranîn. Mirov dikare bibêje ku helbestkar manîfestoya jîyana xwe bi rêya helbestê anîye zimên; evîn, zarokatî, hezkirina welat, acizî, mirin, bihuşt, dojeh, xweza, mîtolojî, dûrî û xeyal. Her wiha helbestkar di vê pirtûkê de serî li peyvçêkerîyê jî daye.

Nimûneyek ji helbestên wî yên di vê pirtûkê de jî ev rêzikên li jêr in;

dilê min dibijîya tendûra laşê te yê pêtî

pê tîna xwe min dişikand.

dişikîya şembelîkên şeva şikeva li qeraxa êvarên tetirxanî.

xwekuştin dibû meleqof û dişemitî wê gavê ji ser birînên me yên xewarî. 

wê carê cot caran min ji te hez dikir.

Monologên Evînên Kedîkirî 

Monologên Evînên Kedîkirî pirtûka yekem a Mem Bawer e. Pirtûk ji sê beşan pêk tê: “Xewna helbestên bêmejî”, “Xewna mejîyên bêhelbest” û “Bêmejîbûna helbestê”. Helbestkar, monologên derhişê xwe bi rêya helbestê anîye zimên. Di beşa pêşî de piranî helbestên tekane hene û bi tenê li ser mijarekê hatine nivîsîn. Mem Bawer, di beşa duyem de piranî pexşanhelbestên xwe bi cî kiriye û helbestên vê beşê bêtir li ser bingeha monologên jîyana civakî hatine afirandin. Di beşa sêyem de jî bi hin teknîkên cuda helbestên xwe nivîsîne. Pirtûk hem derîyekî hesteyar li hemberî mirovan vedike, hem jî dike ku xwendeyên helbestê li monologên jîyana xwe ya veşartî mikur bên û ew hestên wan li ser zimanê wan bibe dîyalogên jîyana wan.

Beşeke piçûk ji pirtûka wî ya “Monologên Evînên Kedîkirî” wiha ye;

pirî caran porê te yê gijolî

tê mîna pisîkekê vedizele

û tilîkên min ên hişkelokî

difirikînin firkên pişta porê te

Mem Bawer kî ye?

Mem Bawer di sala 1973’yan li Amedê, li navçeya Bismilê, li gundê Safya ji dayik bûye. Di 1997an de Zanîngeha Dîjleyê, Fakulteya Perwerdehiyê qedandiye. Helbestên wî heta niha di kovarên bi navê Jiyana Rewşen, Pelîn, Kevan, Kulîlka Ciwan, Tîgrîs, Pîtoresk, Kovara Wenda û di Kovara Hewara Botan de weşiyane. Nivîsên wî yên rexneyî di kovara W, Kovara BÎR û di rojnameya Azadiya Welat de weşiyane.

Pirtûkên Zarokan ên Mem Bawer jî ev in ku me li jêr navên wan daye;

Mîro û Hevalên wî, Weşanxaneya Hîva,2014, Amed.

Mîro û Paqijiyê Dike, Weşanxaneya Hîva,2014, Amed.

Mîro û Laşê Mîro, Weşanxaneya Hîva,2014, Amed.

Mîro û Rojbûna Mîro ye, Weşanxaneya Hîva,2014, Amed.

Mîro û Çûn û Hatin, Weşanxaneya Hîva,2014, Amed.

6-Hirç û Rovî, Weşanxaneya Hîva, 2015, AMED

7-Masîkê, Weşanxaneya Hîva, 2015, AMED

8-Batirsok, Weşanxaneya Hîva, 2015, AMED

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.