Mehmet Candemir şehîd bû
Duşem 15 Tebax 2022 - 21:15
- Endamê PM’a DBP’ê yê berê Mehmet Candemîr li Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê dihat ragirtin, şehîd bû.
Endamê PM’a DBP’ê yê berê Mehmet Candemîr li Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê dihat ragirtin, şehîd bû.
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Êlihê yê berê û endamê Meclisa Partiyê (PM) yê berê Mehmet Candemîr (60) li Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê şehîd bû. Rêveberiya girtîgehê doh sibehê telefonî malbata Candemîr kir û îdîa kir ku Candemîr ji ber ku dilê wî sekiniye, jiyana xwe ji dest daye. Bi bihîstina agahiyê re malbata Candemîr çû Gîresûnê. Cenazeyê Candemîr dê li Goristana Asrî ya Êlihê were definkirin. Birayê Candemîr, Ahmet Candemîr da zanîn ku kekê wî herî dawî înê bihurî telefonî wî kiribû û gotibû rewşa wî baş e.
4 zarokên Mehmet Candemîr hene. Candemîr di navbera salên 2014 û 2016’an de Hevserokatiya DBP’a Êlihê kir û di 4’emîn Kongreya Asayî ya DBP’ê ya di 29’ê gulana 2016’an de jî weke endamê PM’ê hate hilbijartin. Di 21’ê îlona 2016’an de di encama serdegirtinên li Hezo û Sasonê yên Êlihê de bi îdiaya “di hilbijartinên 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdarê de di komîsyonên qanehkirinê de cih girtiye” dagirkeran ew xist nezaretê. Her wiha bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “alîkarî daye rêxistinê” ew paşê hate girtin. Candemîr ji 2016’an ve girtî bû û di 17’ê çileya sala 2021’an de jî 17 sal û 6 meh cezayê hepsê lê hatibû birrîn.
ÊLIH