- Di kongreya FED-DEM'ê ya li Bremenê de rexneya sereke li fonksyonelnebûna meclîsan hat girtin. Delegeyan xwest meclîsa çareseriyan ji pirsgirêkên xelkê re biafirînin û di nava xelkê de xwe bi rêxistin bikin.
M.ZAHÎT EKÎNCÎ/HAMBURG
Federasyona Civaka Demokratik a Kurdistaniyên li Bakurê Elmanyayê (FED-DEM) kongreya xwe ya asayî ya 5'an li dar xist. Di kongreyê de delegeyan xebatên saziyan û yên rêxistinî rexne kirin û got, pêdivî bi ruhekî nû heye.
Rêxistina Kurdên li bakurê Elmanyayê yên li bajar û derdorên Hamburg, Hannover, Bremen, Kassel, Oldenburg û Kielê FED-DEM'ê li Navenda Çanda Elewî ya Bremenê bi beşdariya 180 delegeyan kongreya xwe çêkir.
Ji Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewrûpayê (TJK-E) Zeynep Delal Bafeyî behsa rola meclîsan kir û got, ew vê rola xwe têra xwe bi cih naînin: “Divê projeyên ji bo jinan, ciwanan û zarokan pêk bên anîn. Ev pêvajoyekek zehmet lê ewqasî jî dîrokî ye.”
Zeynep Delal Bafeyî got, di hilbijartinan de li gorî îdîaya heyî, ew kêm mane û wiha peyivî: “Di diyarkirina namzetan de zehmetî çêbûn. Me nekarî xweşim girîngiya hilbijartinê ji xelkê re bibêjin. Ji bo telafîkirin û başkirinê, em ê xwe rexne bikin beramberî miletê xwe.”
Endam kêm in
Di minaqeşeyên piştî rapora xebat û ya maliyê de li ser pirsgirêkên Kurdistaniyên li bakurê Elmanyayê hat peyivîn. Rexneya herî mezin li wê yekê hat kirin ku Meclîsên Gel bi erka xwe ranebûne. Yanî lazim bû meclîs pirsgirêkên milet çareser bike û xelkê bikin xwedî îrade. Hevserokê KON-MED'ê Engîn Sever got, li bakurê Elmanyayê qederê 300 hezar mirovên ji Kurdistanê hene, lê hejmara endamên fermî nagihîje ya mizgeftên Tirkan: “Di dewra nû de lazim e li ser endametiya fermî de xebateke baş bê kirin.”
Li Kongreyê li ser navê Komuna Rojava, ji Bremenê Şêrzad Elo got, di navbera komunê û meclîsê de kêmasiya cidî ya koordînasyonê heye: “Xebat bi pirranî bi terzekî lîberal tên meşandin. Bi vî terzî encam nayê giortin.”
Em xizmetê ji asîmîlasyonê re dikin
Ji delegeyên Oldenburgê, Dayê Hediya, ji ber ku rapor bi Tirkî hatin xwendin, rexne kir û got, “Em ji bo zimanê dayikê berdêlan didin. Lê bi zimanekî ku em jê fêm nakin, em pirsgirêkan minaqeşe dikin û bi vî awayî em xizmetê ji siyaseta asîmîlasyonê re dikin ya ku li ser me hatiye ferzkirin.”
Ji delegeyên ji Hamburgê, Hûrî Açikça jî got, “Di nava meclîsê de em weke jin bi xurtî dixebitin. Lê xweseriya me tê paşguhkirin, weke ku em dûvikekî meclîsa giştî bin, miamele bi me re tê kirin.”
Roda Baran jî li gotinên wê zêde kir û got, çalakiyên jinan di çapemeniyê de bi serê xwe nayên dîtin û bi pirranî li çalakiyên meclîsa giştî tên zêdekirin.
Lazim e em ji xelkê qut nebin
Yucel Varto ji mêj e li Kîelê di xebatên saziyên demokratîk ên Kurdan de cihê xwe digire. Ew dibêje, meclîs di warê dîtina pirsgirêkên xelkê de kêm in û wiha dipeyive: “Berê çenteyên me li ser milê me, weke derwêşan em mal bi mal digeriyan û me behsa têkoşînê ji xelkê re dikir. Ti carî derî li rûyê me nehatin girtin. Niha xelk zêde bûye, lê em vê yekê li çalakiyan nabînin. Li şûna ku em ê biçin cem xelkê, em li bendê ne ku xelk bê cem me.”
Komîsyonên taybet ji bo kampan
Delegeya ji Hamburgê Evîn Artos jî got, mirovên ku ji ber sedemên siyasî û aborêî ji rejîma Erdogan direvin, kes li wan xwedî dernakeve: “Bi hezaran mirov niha ji her tiştî qutbûyî, di kampan de bi tena serê xwe hatine hiştin. Ev jî dibe sedema şikestineke cidî ya hestiyarî.” Wê pêşniyaz kir ku li nava meclîsan komîsyoneke taybet a ji bo kampan bê damezrandin.
Ruhekî nû
Ji Kasselê jî delege Selahattin Bilin got, meclîs ji heqê çareserkirina pirsgirêkên xelkê dernakevin, û wiha peyivî: “Biryar li ser kaxezê dimînin. Bi tiştên kevn, tiştên nû çênabin. Pêdivî bi ruhekî nû heye.”
Di minaqeşeyan de wekî din hat gotin ku saziyên baweriyê jî rola xwe bi cih naînin û di xebatên xwe de dûrî manewiyatê bûne.
Biryarê kongreyê
Di encama minaqeşeyan de biryarên sereke yên “Damezrandina komîsyonên perwerde, sporê û çalakkirina wan, damezrandina komeleyeke PYD'ê, lidarxistina semînerên li ser qedexekirina PKK'ê û xebatên taybet ên ji bo penaberan” hatin dayîn.
Piştî ku endamên lijne û desteyên dsîplîn, teftîş û rêveberiyê, Îhsan Altindag û Sebahat Ergin ji nû ve weke hevserokên FED-DEM'ê hatin hilbijartin.