Me dinya herimand

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 9 Hezîran 2021 - 06:23

  • Anya Anti balê dikêşe ser pirsgirêkên avhewayê û dibêje, “Tenê di nava 2,5 çirkeyî de me gerstêrka xwe veguherand febrîqeya xwe ya şexsî û me ew herimand.”

Hunermend Anya Anti bi pirsgirêkên avhewayê daketiye û ji bo bala mirovan bikişîne ser aloziya avhewayê wêneyan digire û van wêneyan bi rêya kompûterê manîpule dike û ji bo rewşa dawî ya avhewayê baş were fêhmkirin, bi nihêrînên cihê û mijarên cûr bi cûr kompozîsyonên nû çêdike. 

Anti, herî dawî bi projeya xwe ya bi navê “2.5 çirke” derbarê pirsgirêka avhewayê de li gelek mijaran dikole. Ew di vê projeya xwe de bi rêya nîşane û sembolan, guherîna avhewayê dinirxîne. Di paşxaneya wêneyên wê de çîrokên derbarê avhewayê de veşartî ne. Dibe ku mirov bifikirin û bibêjin, gelo çi têkiliya “2.5 çirke” bi guherîna avhewayê re heye? Bersiva vê pirsê li gel Anti ye.

Em li gerstêrkê 2.5 çirke dijîn

Anti dibêje, “Min wek sernav ‘2.5 çirke’ bi kar anî ji ber ku min xwest bi hêza hejmaran bandoreke besît çêbikim û mirovan matmayî bihêlim.” Anti dibêje ku di nav 2.5 çirkeyan de em zêde bûne û me derûdora xwe dagir kiriye û her wiha me li ser avhewayê bandoreke nebaş kiriye. Anti wiha dewam dike, “Dinya 4.5 milyar salî ye. Mirovahî 140.000 salî ye. Heger em hebûna dinyayê di nav 24 saetan de asê bikin û weke rojekê bihesibînin, em li vê gerstêrkê 2.5 çirke ye ku hene; û di nav vê demê de her roj hejmara me hinekî din zêde dibe. Ji ber van sedeman 2.5 çirke bi ya min wek navekî derbaxwegirtî ye, û min ev nav bi kar anî.”

Modelên wê ekserî jin in

Anti bi eslê xwe ji Ukranyayê ye, lê ew demek li New Yorkê dimîne. Ew xwe bi xwe hînî wênegirtinê bûye. Ew wêneyan paşê li ser kompûterê ji nû ve sererast dike û şiroveyên nû li wêneyên xwe bar dike. Anti bi model û aksesuwaran, dinyayeke din a fantastîk diafirîne. Lê çîrokên Antî, resen in û ew xwedî afirîneriyeke xurt e. Kompozîsyonên ku ava dike bi derb in û di binhişa mirov de bi cih dibin. Modelên wê ekserî jin in û ew bêhtir bi jinan re dixebite. 

Ji zaroktiyê ve afirîner e

Anti li ser destpêka hunerê xwe dibêje, “Ji zaroktiya xwe ve ez keseke afirîner bûm. Di sala 2010’an de min wênegirtin kifş kir û min gelekî jê hez kir. Bi pereyekî bê qîmet min makîneyek kirî û wêne girtin, mixabin li welatê min kesekî ku ev kar hînî min bike tine bû. Ji lewma ez bi xwe hînî her tiştî bûm. Bi saya komên li ser malperên civakî ez hînî vî karî bûm. Her wiha bi ceribandinên cûr bi cûr û dahûrandina wêneyên wênegirên dinyayê min zanîna xwe bi pêş xist.”

Anti di dawiyê de li ser wênegirî û kompozekirina dîmenan hûr bûye. Anti dibêje, “Min dixwest tiştekî bikim ku neşibe yên kesên din. Piştî ku min portreyên mirovan girt, min xwest ez ji portreyên besît wêdetir herim. Tiştekî ku nayê dîtin, nîşan bidim, çîrokekê, atmosfereke cûda yan jî dîmenên ne ji rêzê. Min lensên cuda bi kar anîn û bi photoshopê kompozîsyênên nû ava kirin û efektên nû li ser wêneyên xwe zêde kirin. Piştî salekê jî min portreyên jinan yên bêhempa derxistin holê.” 

Wênegirî gotina çîrokan e

Anti ji bo wêneyan çîrokê girîng dibîne: “Pratîka min a wênegiriyê bi gotina çîrokan dest pê dike. Ji bo min wênegirî tenê girtina dîmenên xweşik nîne, divê fikr û hizrek hebe, çavdêriyek, peyamek, halê derûniyê ango atmosferek di wêneyan de xwe bide der. Ez gelek caran li mekanekî bi dekor, model, makyaj, ronahî, reng û hestan atmosferekê çêdikim û di nav vê atmosferê de hewl didim çîroka xwe bibêjim. Carinan konseptên min razber in, lê ez dixwazim bîner hin tiştan xeyal bikin. Nexwe tenê girtina dîmenên xweşik yên bê bingeh û raman ku ji sembolan dûr in, mirov nagihîje ti ciyî.”

Me hewa, av û ax qirêj kir

Li gor Anti divê wênegirî li gor armancekê pêk were û ew balê dibe ser projeya xwe ya bi navê “2.5 çirke” mirovan derbarê guherîna avhewayê de hişyar bike. Anti dibêje, “Me dar birrîn û qirra daristanan anî, me hewa, av û ax qirêj kir. Tenê di nava 2.5 çirkeyan de me gerstêrka xwe veguherand febrîkeya xwe ya şexsî û me ew herimand. Min aloziya avhewayê bi riya metafor û sembolîzmê ango bi kompozekirina dîmenan rave kir. Ji bo hîsên xwe û tirsa xwe ya siberojê bînim ziman wênegirî dibe dengê min û jê sûd werdigirim. Hêvî dikim hunerê min ji gotinan bi tesîrtir be û derbarê avhewayê de hin tiştan zelal bike. Ez dixwazim bi vê projeyê niqaşekê bidim dest pê kirin. Netirsin û dengê xwe bilind bikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.