Masiyên bi dasî yên herî kevn

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 8 Mijdar 2021 - 22:42

  • Tîmeke paleontologan a ku ev demeke dirêj e li eyaleta Yunnan a Çînê lêkolînan dike, di demeke nêz de di encama kolanên xwe yên erdê de masiyên bi dasî yên nû kifş kirin.

Tîmeke paleontologan a ku ev demeke dirêj e li eyaleta Yunnan a Çînê lêkolînan dike, di demeke nêz de di encama kolanên xwe yên erdê de masiyên bi dasî yên nû kifş kirin. Masiyên bi dasî, berê jî li Ewrûpa hatibûn dîtin lê paleontologan diyar kir ku ev kifşa wan ya nû, nîşan dide ku masiyên herî kevn ên bi dasî ev masiyên nû ne yên ku wan ew dîtine. 

Ev cûreyê bi navê “Peltoperleidus” ku masiyê bi dasî ye, beriya 200 milyon salan di behran de hebûye. Berê jî fosîlên van masiyên bi hestû ango “Peltoperleidus” li Swîsre û Îtalyayê hatibûn dîtin. Lê ev fosîlên nû yên ku li Çînê hatine dîtin, zanînên derbarê vî cureyê masiyên bi hestû de, berovajî kir. Ji ber ku ev fosîlên nû ji yên Ewrûpayê 2 milyon salan kevintir in. Ev yek jî dike ku zanînên berê werin nûkirin, guhertin.

Cûreyê “Peltoperleidus” ê masiyan xwedî taybetmendiyên cihê ne. Pozekî wan ê pan û diranên wan yên tûj hene. Çena wan, bin devê wan jî ji bo karibin masiyan bi hêsanî bigirin, fireh e. Ji masiyên bi dasî yanî hestû yên îro re “Osteichthyes” tê gotin û zanyar difikirin ku cûreyên heywanên bi stûna piştê hemû jî ji vî cûreyî peyda bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.