Li gelek welatên Ewrûpayê ji bo alîkariya bi mexdûrên erdhejê re li gelek welatên Ewrûpayê maseyên krîzî hatin avakirin. Gelek derdor hewl didin bi kampanya û organîzasyonên xwe destek û alîkariyê ji mexdûran re bişînin. 

Di hemam demê de Heyva Sor a Kurdistanê jî kampanyaya neqdî ya ji bo alîkariyê dewam dike û rêxistinên Kurdan jî alîkariya xwe bi rêya vê kampanyayê digihînin mexdûran.

Di nava saziyên Kurdan de, dezgehên komên dînî, komeleyên gund, herêm, navçe û bajaran komîsyonên taybet damezrandin ji bo alîkariyê bigihînin mexdûran. Ew rêbazên cihê jî datînin ber xwe: Hin jê li navendên bajar û navçeyan dezgehan datînin û alîkariya neqdî berhev dikin, hinek jê xwarinên bi xwe çêkirine ji bo alîkariyê difiroşin, hin jê li navendên kirriyariyê digerin û bi belavokan doza alîkariyê dikin.

 

Alîkariyên neqdî berhev dikin 

Li Elmanyayê 5 federasyonên ser bi KON_MED´ê ve maseyên krîzê çêkirin. Komeleyên van federasyonan jî li gelek bajaran maseyên krîzê çêkirin. Li Bayern ve Baden Würtembergê FED-GEL´ê bi komeke ji 100 kesî xebatên xwe dan destpêkirin. Saziyên Elman û dostên Elman jî destekê didin van xebatan. Li bajarên Reutlingen, Ulm, Heilbronn, Pforzheim, Bodensee, Böblingen, Freiburg dezgeh tên danîn û endamên komîteyan diçin serdanên malan. Ew alîkariya neqdî ya berhev dikin didin Heyva Sor a Kurdistanê.

 

Xwarinê difiroşin pereyan didin Heyva Sor

Li bajarê Elmanyayê Heilbronnê, malbatên Kurd xwarinê çêdikin û ev xwarin li navenda bajêr ji bo alîkariya bi mexdûrên erdhejê re tê firotin. Jinên Kurd ên li bajêr bi lez û bez bi bêhtirî 80 jinî komeke ava kir û xwarinên xwe birin dezgehên berhevkirina alîkariyê. Ev dezgeha li nava najêr ev 3 roj in vekirî ye û xwarinê jî ji bo alîkariyê difiroşe. Pereyên ku wê bi destkevin hemû wê bi rêya Heyva Sor ji mexdûrên erdhejê re bên şandin. 

Li bajarê Pforzheimê jî ji bo alîkariya mexdûran konekî alîkariyê hat vedan. Parlamenterê bajêr ê CDU´yê jî ji bo destekê çû serdana vî konî. 

 

Mal bi mal digerin

Li bajarê Elmanyayê Karlsruheyê jî êro du roj in li Marktplatz a li navenda bajêr kon hat vedan. Li konî hem xelk hat agahdarkirin û hem jî alîkariya pere hat berhevkirin. 

Li Freiburgê jî endamên maseya krîzê mal bi mal digerin û alîkariyê berhev dikin. Heta doh wan ji 75 malan alîkarî berhev kiribû.

Li paytexta Elmanyayê Berlînê jî, Meclîsa Jinan Dest-Dan, Nav Berlîn û Buroya Aûtiyê ya Jinên Kurd CENδyê bi hevkariya Heyva Sor a Kurdistanê re xebatên berhevkirina alîkariyê bi gelek dilxwazan da destpêkirin. Ji maseya krîzê, Îsmaîl Parmaksiz da zanîn ku wan bi partiyênn siyasî û rêxistinên civaka sivîl re ji bo mezinkirina piştgiriyê hevdîtin kirine. Wî got, ew ê mal bi mal jî bigerin û ji heqî êş û derdên vê felaketê derkevin. Parmaksiz jin bo alîkariya yekser a bi mexdûran re jî îşaret bi hesabên alîkariyê yên Heyva Sor a Kurdistanê kir. 

NAVENDA NÛÇEYAN