Ev wêne sala 1869´an (sala Hicrî 1285´an) li Stenbolê hatiye girtin. Li ser wêne agahiyên ber dest ev in ku kesê di wêne de malmezinekî Kildanî ye û ji reyaên Osmanî ye. Bi qasî em dizanin ev Kildaniyê ji Kurdstanê, gava ku li Stenbolê bûye, wênegirên fermî yên Siltan Abdul Hamîdê Duyem, birayên Abdullah hatiye girtin. Tevî ku paşnavên wan Abdullah e jî ev her du birayên wênegir Ermenî ne.
Navê malmezinê Kildanî mixabin di arşîvan de nemaye. Lê ji ber qelûn û tivinga xwe, diyar e ku ew ji malmezinên Kildaniyên Kurdistanê ye.
FRANKFURT