Malbatên çeteyan perwerde dikin

Sêşem 30 Nîsan 2024 - 00:36

DIYAR EHMED / ANHA / HESEKÊ

Li kampa Holê ku kampa herî metirsîdar a cîhanê ye hejmara herî mezin a malbatên DAIŞ'ê heye. Rêveberiya kampê beşek mezin ji îmkanên xwe xistiye xizmeta jinûve rehabilitekirina wan malbatan. Hevserokê rêveberiya kampa Holê Xorşîd Qiro destnîşan kir ku ew tevî hemû hevkarên xwe ji rêxistin, komeleyên herêmê û navneteweyî hewl didin rê li ber belavbûna tundrawiyê bigirin û wiha got:"Komeleyên girêdayî Rêveberiya Xweser bernameyên jinûve rehabilitekirina niştecihên kampê dikin. Em hewl didin komeleyên herêmî û rêxistinên navneteweyî jî ber bi wê yekê ve bikişînin. Ev jî beşeke biçûk e. pêdivî bi hewldanên mezin ên dewletan û NYˊyê heye. Divê lihevkirineke navneteweyî û herêmî li ser jinûve rehabilitekirina niştechên kampê hebe, da ku fikra DAIŞˊê ya li kampê têk bibin." Qiro diyar kir ku tevî gefên rojane dîsa jî hewl didin zarokan û jinan rêxistin bikin û fikrê tundraw ji serê wan rakin. Ji saziyên ku jinûve li ser rêxistinkirina malbatên kampa Holê dixebitin Meclisa Jinan a  Sûriyeyê ye. Ew hewl didin hemû jin û zarokên kampê derveyî beşa malbatên biyanî ji nû ve rehabilite bike. Meclis bi rêya semîner, derûnînasî û perwerdeyên pîşeyî hewl dide jinan ji fikrê tundraw bi dûr bixe. Rêvebera Komîteya Kampan a Meclisa Jinan a Sûriyeyê û rêvebera programên hişyarkirin û rehabilitekirina jin û zarokên kampa Holê Cîhan Hemze got: "Em di kampê de çalakiyên cihêreng û perwerdeyên rêxistinkirinê û yên pîşeyan li dar dixin da ku em wan ji rewşa derûnî ya xerab bi dûr bixin û fikrê tundraw ê ku wan girtiye jî rakin. Gelek gefên kuştinê li me tên xwarin. Konê ku em tê de dixebitin dişewitînin. Her wiha jinên perwerde û bernameyên hişyarkirinê bi rê ve dibin di gefxwarinan re derbas dibin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.