‘’Madem gerîla nîne çima operasyona dikî?’’

Çarşem 25 Îlon 2024 - 16:18

  • Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG'ê Hakî Armanc anî ziman bêyî xayin û nokerên ku artêşa Tirk di operasyonan de bi kar tîne li gel teknîka xwe jî nikare bi pêş bikeve, artêşa Tirk ji Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê derbên giran dixwe û ji ber vê di ser medyayê re bi nûçeyên derewîn dixwaze şikestina xwe veşêre.

Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG'ê Hakî Armanc ji Radyoya Dengê Gel re axivî û rewşa Bakur, êrîşên dewleta Tirk û têkoşîna gerîlayan nirxand.
Hakî Armanc destnîşan kir artêşa Tirk bi rêya medyayê peyama ‘’gerîla li Bakur nemane’’ dide û diyar kir gerîla çi dema bixwaze ligel teknîka dewleta Tirk jî dikare xwe biparêze û çalakiyan bike, operasyonên xwe bi pêşengiya noker, xayin û hevkaran dike û got,’’Nexwe ne pêkan e ku artêşa Tirk tevî hemû derfetên xwe jî li çiyayên Kurdistanê wiha bi awayekî bênavber operasyonan pêk bîne. Mixabin ku di van operasyonan de destê îxanetkar û hevkaran heye.’’

Derbên giran ji gerîla dixwe
Armanc diyar kir ji êrîşên dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê ew e ku dagirkeriya li Başûr mayinde bike, li dijî vê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê têkoşîneke mezin didin, biharî li Metîna, Şehîd Delîl û Xakurkê û demên dawî jî li Heftanîn û Xakurkê, li Zapê derbên giran li dewleta Tirk a dagirker dixin. Armanc got,’’Dewleta Tirk ji ber derbên ku ji gerîlayan dixe, car caran bi rêya medyaya xwe agahiyên şaş û derew belav dike. Çend rojan carekê daxuyaniyan didin medyaya şerê taybet. Dibêjin ku me ev qas êrîş pêk anîn û ev qasî gerîla kuştin.  Gelekî ji êrîşên hewayî yên nîşan didin, li qadên valakirî ne û gerîla ne lê ne. Êrîşê li hemû qadan dikin.’’

Gerîla xwe ji bo derbên mezin hazir dike
Armanc bi domdarî got,’’Bi dewleta Iraqê re li hev kirin, disa ji îxaneta PDK’ê sûdê werdigirin û dixwazin êrîşeke hevpar pêş bixin.  Gerîlayan li hemberî van yekan hemûyan tedbîrên xwe standine û xwedî tecrûbeyên bi salan in. Xwe tim jibo ku derbên girantir li dijmin bixin û encamê bistînin amade dikin.’’

Ji tirsa gerîlayan operasyonan dikin
Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG'ê Hakî Armanc destnîşan kir ji ber ky artêşa Tirk ji gerîlayên Bakurê Kurdistanê ditirse li her deverê operasyon dane destpêkirin û got,’’ Li temamiya eyaletên Bakurê Kurdistanê bênavber operasyon hene. Herî dawî beriya 2 mehan li Amedê, bi taybetî li qada Botanê, Besta, Kato, Herekolê operasyonan destpê kirin û dewam dikin. Jixwe dem bi dem di medya erê taybet de tê ragihandin ku li hin herêman qedexe hatiye ragihandin. Ji Dersimê heta Amed, Mêrdîn, Garzan û Serhedê li hemû eyaletan operasyon hene. Dijmin hewl dide bi rêya van operasyonan liv û tevgera gerîla rawestîne. Jİ ber ku dijmin ji gerîlayên Bakurê Kurdistanê ditirse. Ji ber vê jî bênavber operasyonan dike. Di şer de hin hevrêyên me şehîd bûn, dijmin çiqasî veşêre jî derbên gelekî giran xwar. Qet qala çalakiyên gerîla nake, zanin ku di şer de gelek windahiyên wan hene. Lê belê mîna ku qet çalakî nebûye, windahiyên xwe bi rengê qeza û rêbazên cuda eşkere dike.’’

Madem gerîla nîne çima oprasyonan dikî?
Armanc bi pirsa ‘’Madem gerîla nîne çima operasyonên bênavber dikî?’’ derewên artêşa Tirk û medyaya Tirk danî holê û bal kişande ser rola noker-xayinan a di van operasyonan de: ‘’Dewleta Tirk van operasyonan bi serkêşiya cerdevanên xayin-noker dike. Berê jî rewş bi heman rengî bû. Ji destpêka têkoşîna çekdarî û vir ve dijmin serî li van rêbazan dide. Naxwe artêşa Tirk li gel derfetên xwe hemûyan jî nikare li çiyayên Kurdistanê bi vî rengî operasyonên bênavber bimeşîne. Mixabin rola xiyanetkar û nokeran di operasyonan de heye. Di operasyonên dawî yên li Amedê de jî bi xwe gotin, hin cerdevan birîndar bûn.’’

Xayin wê werin cezakirin
Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG'ê Hakî Armanc hişyarî da van noker û xayinên ku di operasyonên artêşa Tirk a dagirker de cih  digirin û got,’’Dijmin noker, xayinan bi kar tîne. Xayinên ku bi vî rengî xiyanetê li welat, gel, gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê dikin wê cezayê xwe bibînin.’’ BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.