Yekîneyên Antîterorê (YAT) 4 çeteyên DAIŞ`ê ku çek di nava şaneyên li kampa Holê de belav dikirin, girtin. Didu ji wan jin in. Xebatên lêgerîna li çekên hatine veşartin, dewam dikin.

Qonaxa yekê ya Operasyona Mirovî û Ewlehiyê, îna bihurî bi dawî bû.  Lê belê operasyonên taybet ên YAT'ê li kampa Holê li ser mikurhatinên çeteyên di operasyonê de hatine girtin, dewam dikin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 28`ê Adara bihurî de operasyon dabû destpêkirin û piştî 5 rojan di 2`yê Nîsanê de qonaxa yekemîn a operasyonê bi dawî kiribû.

YAT'ê doh berê sibehê, li beşên 1, 3, 5 û 7`an ên kampê 11 operasyonên serdegirtinê kirin. Di encamê de  4 çeteyên DAIŞ`ê yên di nava şaneyên li kampa Holê de hatin girtin. Didu ji wan jin in û bi navên “Um Hacer” û “Um Mistefa” tên nasîn. Wan çeteyan çek didan şaneyên DAIŞ'ê yên li nava kampê.

Fermandarên YAT'ê dibêjin, her ku agahiyan bi dest bixin ew ê van operasyonên taybet dewam bikin. Operasyon heta ku cihên veşartina çekan tên dîtin ku çeteyan ji bo kuştina şêniyên kampê bi kar dianîn, dê dewam bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku doh jî di operasyonên yekîneyan de 6 çete hatibûn girtin, 2 ji wan jinên DAIŞ`î bûn ku di dîwana “El-Hesbê” ya li kampê de kar dikirin.

ANHA/HESEKÊ