- Lîstikvanê navdar Sean Penn ku bi bertekên xwe yên civakî tê naskirin ji bo derbarê şerê Rûsya û Ukraynayê de belgefilmekê çêbike çû Ukraynayê.
Lîstikvanê navdar Sean Penn ku bi bertekên xwe yên civakî tê naskirin ji bo derbarê şerê Rûsya û Ukraynayê de belgefilmekê çêbike çû Ukraynayê.
Serokatiya dewleta Ukraynayê agahiyek da û got ku Sean Penn niha li welatê wan û her wiha wî bi serokê dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenski re hevdîtinek pêk aniye.
Di agahiyê de ev tişt ji hat gotin, “Sean Penn ji bo rastiya li pişt vî şerî derbixe holê hatiye welatê me. Ji bo vê yekê jî dê belgefilmekê çêbike. Ji bo ew bi wêrekî tevgeriyaye û hatiye welatê me em gelek kêfxweş in. Mixabin gelek siyasetmedar nikaribûn vê wêrekiyê nîşan bidin.”
NAVENDA NÛÇEYAN