Germa zêde ya li başûrê Ewrûpayê ecêb jî kirin. Piştî germeke zêde û rewayeke giran, li Îtalyayê zîpik bariya. Lê libên vê zîpikê biqasî gogeke tenîsê bûn û ji ber wê 110 kes birîndar bûn. Wêneyekî ji herêma Venetoyê nîşan dida ku libeke zîpikê ji gogeke tenîsê jî mezintir e.
Yanî tevî ku ev bû du deh sal pêlên germa zêde Îtalyayê didin ber xwe, lê li bakurê welêt ew qasî zêde tesîr nedikirin. Vê carê li bakurê welêt tesîr kirin û hema piştî pêleke germê jî bi taviyan re zîpik bariya û zerareke mezin da bakurê Îtalyayê.
Rayedarên herêma Venetoyê da zanîn ku hêzên hewarê lazim bû bi sedan caran bi çin bi hewara xelkê ve. Di nava demeke kurt de 500 kesî hewara xwe gihandibû wan.
VENEDÎG