Li Zap û Metînayê gerîla lê xist

Çarşem 21 Tebax 2024 - 02:55

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Zap û Metînayê çalakî kirin. Di encamê de 2 drone hatin xistin, derb li kepçeyekê hate xistin. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

Li Herêma Metînayê

18'ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin ku hewl didan bi kepçeyan rê çêbikin. Di encamê de derb li kepçeyekê hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê

17'ê Tebaê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên ferdî droneyek hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

18'ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran ahte xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

17'ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi rêbaza sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek birîndar bû.

17'ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê hêzên me dest li helîkopteran werdan. Piştî destwerdana hêzên me liv û tevgera helîkopteran hate rawestandin.

18'ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi çekên ferdî li droneyekê hate xistin, drone hate îmhakirin.

18'ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê hêzên me dest li liv û tevgera helîkopteran werdan.

Sûcên artêşa Tirk a dagirker

18 û 19'ê Tebaxê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 11 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

18'ê Tebaxê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

18, 19'ê Tebaxê li herêma Xakurkê qadên Kolît, Qele, Lolan, Şehîd Şerîf, Sinînê, Berbizinê 14 caran, li herêma Garê qadên Zêvkê, Deşta Kafya, Girê Kun, Zengil, Girê Sîser, Kanî Sarkê û Dola Mêranê 18 caran, li herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Serê Metîna, Beşîlî, Şêlazê û Dergelê 10 caran, li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 4 caran; bi giştî 46 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

17'ê Tebaxê li herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê bi helîkopterên êrişê hate bombekirin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.