- Li parêzgeha Xuzistan a Îranê heta niha 700 kes hatine girtin.
Xwepêşandanên li parêzgeha Xuzistan a Îranê di roja 11’an de didomin. Li herêmê xetên înternetê hatine birrîn û taxek jî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye dorpêçkirin. Hat gotin, heta niha 700 kes hatine girtin.
Li parêzgeha Xuzistanê xwepêşandanên ji ber bêaviyê û nebûna xizmetguzariyê, 15’ê Tîrmehê dest pê kiribûn, di roja 12’an de ne.
Pêr bi şev li çend taxên bajarê Ehwazê ku navenda Xuzistanê ye, û li bajarên Susengird, Şadgan, Ramhurmiz û çend deverên din ên Xuzistanê xwepêşandanan dewam kir.
Di hinek dîmenên li ser hesabên înternetê de, xwepêşander dibêjin, rejîmê li gelek deveran xetên înternet û elektîrîkê birrîne.
Li gorî hin çavkaniyan li taxên xwepêşandan lê, hêzên dewleta Îranê mal bi mal digerin û kesên tevlî çalakiyan bûne, digirin. Li gorî hinek çavkaniyan, zêdetirî 700 kesan hatine girtin û di nava wan de zarok jî hene.
NAVENDA NÛÇEYAN