- Li Xuzistanê 3 ciwan hatin kuştin.
Li parêzgeha Xuzistanê ya başur rojavayê Îranê sê roj in li dijî bêaviyê xwepêşandan hene. Heta niha di xwepêşandanan de herî kêm 3 ciwan hatine kuştin.
Li herêmên Ereb lê niştecih in ên parêzgeha Xuzistanê (Ehwaz) ya başur rojavayê Îranê ev sê şev in li dijî bêaviyê niştecihên Ereb xwepêşandan kirin. Li gorî agahiyan li Ehwaz, Şawir, Kerxe, Susengird, Xefaciye, Kut, Seyid Neiyim, Kut Ebdullah, Şadgal, Hemîdiye, Şuş, Bostan, Ebadan, Bender Mahşehir, Xurimşar, Mela Sanî, Hiwêze, Ebu Hemîze û Meşhed xwepêşandan tên kirin.
Li gorî Ajansa Hirana di xwepêşandanan de 3 ciwanên Ereb yên bi navê Mistefa Neîmawî li Şadgan, Qasim Xezîr li Kut Ebdulla û Elî Mezrehî li Ehwazê di êrişa hêzên Îranê de hatine kuştin.
ROJNEWS/SILÊMANÎ