Li Xelatê dek û dolabên AKP’ê

Pêncşem 29 Sibat 2024 - 00:35

Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku fêhm kir wê Şaredariya Xelatê ji dest biçe koçberên ku beriya niha li navenda Xarpêtê bi demkî bi cih kiribû, li Xelatê bi cih dike.

Li navçeya Xelat a Bedlîsê li sedan avahiyên ku di navbera salên 2022-2023'an de ji aliyê TOKÎ ve hatin avakirin, Tirkên Ahiskayî têne bicihkirin. Destpêkê 703 koçberên Tirkên Ahiskayî li avahiyan hatin bicihkirin. Tê payin ku 3 heta 5 hezar Tirkên koçberên Ahiskayî yên li Xarpêtê bi rengekî demkî li otel û saziyên dewletê hatine bicihkirin rojên bê li Xelatê bêne bicihkirin.

Bi guhartina demografiyê re..

Hikumeta Tirk bi guhertina demografiyê, ji bo pêşî li serketina DEM Partiyê ya Şaredariya Xelatê bigire koçberan li Xelatê bi cih dike. Di nava çend salên dawî de TOKÎ li navçeya Xelatê 500 avahî çêkir, bi hezaran Tirk li van avahiyan hatin bicihkirin. AKP'ê di sala 2022'an de 200 avahî çêkir û 2 hezar û 500 Tirk ên Ahiskayî lê bi cih kir. Li 300 avahiyên têne çêkirin jî wê 3 hezar û 500 kes bêne bicihkirin. Di nava sala 2024'an de wê 5 hezar û 500 kes lê hatibin bicihkirin. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku qîma xwe bi vê jî nîne, di sala 2023'an de îhaleya hezar avahiyên nû da. Bi vê îhaleyê re wê di sala 2024'an de li Xelatê hezar avahiyên nû bêne çêkirin û nêzî 15 hezar kesên din bêne bicihkirin.

Haziriya diziya dengan

Tevî ku Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP) di sala 2014'an de, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di sala 2019'an de di hilbijartinên xwecihî de bi ser ketin, desthilatdariya AKP-MHP'ê li Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê zext û destwerdan kir, encamên hilbijartinê guhert û radestî namzetê AKP'ê kir.

Tirsa AKP’ê ji serkeftina DEM’ê

Ji ber ku DEM Partî bi piştgiriya gel hîn bi xurtî tê, desthilatdariya AKP-MHP'ê ketiye nava tirs û fikaran. Tê payin ku DEM Partî di vê hilbijartinê de teqez bi ser bikeve. Ji bo astengkirina vê yekê jî koçberên Tirk ên Ahiskayî yên bi demkî li Xarpêtê hatibûn bicihkirin li Xelatê têne bicihkirin. Hikumeta AKP'ê ku 703 koçber meha Sibatê bi cih kir, dixwaze heta hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê bi hezaran koçberan bi cih bike.

ANF/BEDLÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.