Ji bo protestokirina tecrîdkirina mutleq a Rêber Abdullah Ocalan, li Wanê meşek hate lidarxistin. Polêsên Tirk ên dagirker êrişî meşê kir û herî kêm 40 kes kirin nezaretê.
Bi pêşengiya KCD, TJA, DBP, HDP, MED TÛHAD-FED, OHD û Meclîsa Dayikên Aştiyê li hemberî tecrîdkirina Ocalan û sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê, doh li Wanê wê meşek bihata lidarxistin. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, parlementerên HDP’ê Sezaî Temellî, Mûrat Sarisaç, Mûazzez Orhan, Huseyîn Kaçmaz, Saît Dede, Hasan Ozguneş û rêveberên HDP û DBP’ê li pêşiya Bedestena Aydin Perîhan û koma din jî li Xaçerêka Ezbercîlerê kom bûn.
Piştî ku xelk kom bû, polêsan li tevahiya kolanan ketin û derketina kolanan asê kirin. Gel jî bi sloganên ‘Bijî berxwedana zindanan’ bersiv da polêsên Tirk. Polêsan dor li gel girt û nexwest gel bimeşe. Polêsan êrişî gel kir û gelek kes kirin nezaretê.
Polêsan dor li koma li Xaçerêka Ezbercîler jî girt. Dema ku gel xwest tevlî meşê bibe, gel hate astengkirin û polêsên Tirk pên dagirker gelek kes ji xelkê kirin nezaretê. Dema ku gelek kes ketin kolanan û sloganên ‘Bijî berxwedana zindanan’ gotin, polêsan bi gaz û fîşekên plastîk êrişî xelkê kir.
Serê sibehê, tevahiya rêyên Cumhûriyet, Maraş û Kişlayê û rêyên diçin vir, hatin girtin. Li ser bajêr helîkopter bi nizmî geriyan. Li pêşiya avahiyên HDP û DBP’ê û saziyên din jî polêsên dewleta Tirk hatine danîn.
40 kesên ku polêsên ew kirin nezaretê, bi otobusan birin Midûriyeta Polêsan.
WAN