- Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Viyanayê, bi rasthatina salvegera darbeya 4'ê Mijdarê, li meydana çalakiyê ev peyam dan: Em hemû HDP'î ne, HDP li her derê ye. Hûn ê nikaribin serî li HDP'ê bidin tewandin.
Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Viyanayê, bi rasthatina salvegera darbeya 4'ê Mijdarê, li meydana çalakiyê ev peyam dan: Em hemû HDP'î ne, HDP li her derê ye. Hûn ê nikaribin serî li HDP'ê bidin tewandin.
Li paytexta Awusturyayê Viyanayê, ji ber salvegera êrişên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê, bi pêşengiya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk mîtîngek hate lidarxistin.
Di mîtînga li ber Karlsplatz Operayê de faşîzma AKP/MHP'ê hate şermezarkirin û hate xwestin ku HDP'iyên dîlgirtî, tavilê bêne berdan.
Di çalakiyê de wêneyên şehîda demokrasiyê Denîz Poyraz û hilbijartiyên HDP'î yên dîlgirtî û alên HDP'ê hatin hildan.
Qisekeran got, HDP bi berxwedana li dijî rejîma faşîst a AKP-MHP'ê xurtir bûye û hêviya gelan e.
Parlamenterê berê yê Amedê, Ziya Pîr jî piştre axivî û bang li şoreşger û demokratên Tirkiyeyî û Kurdistaniyên li Ewrûpayê kir:
"Divê her kes têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP'ê li her deverê xurt bike û li her devera Ewrûpayê xwedî li HDP'ê derkevin."
ANF/VIYANA