Rojnamevan Kemal Rauf di peyameke xwe de got, “Bi taybetî Herêm û Efxanistan ji hev cuda ne, ji ber ku li vir gerîla heye, dikare şer bike. Dema bihurî şahid e!”
Ev demeke bûyerên li Efxanistanê di rojeva raya giştî ya Başûrê Kurdistanê de ye. Gelek kes dibêjin, Emerîka weke li Efxanistanê, wê ji Iraqê jî vekişe. Li ser mijarê rojnamevan û çavdêrê siyasî Kemal Rauf bi peyamekê got, “Bi taybetî Herêma Kurdistan û Efxanistan ji hev cuda ne. Ji ber ku ji bilî pêşmerge, hêza gerîla li vir heye. Wek dema hatina DAIŞ’ê, wê parastinê bikin, ew dikarin şer bikin. Birayên min, cudahiya herî mezin ev e, dema bihurî şahid e!”
NAVENDA NÛÇEYAN