Li Teksasê qira çêlekan hat

Nûçeyên Cîhan

În 14 Nîsan 2023 - 16:21

Li eyaleta başûrê  Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Teksasê, li cotgehekê teqînek çêbû û piştre cotgeh şewitî. Di encamê de nêzî 18 hezar çêlek mirar bûn.

Teqîn şeva duşem diqulibî sêşemê li cotgeha Southforkê, li nêzî bajarê Dimmitê çêbû.

Komîserê Çandiniyê yê Teksasê, Sid Miller bi daxuyaniyekê ragihand ku şewat di dîroka Teksasê de şewata herî giran a li cotgeha heywanan bûye.

Rayedaran diyar kir ku di encama teqînê û şewatê de nêzî 18 hezar çêlek mirar bûne. Arkuj û polêsan kesekî li cihê teqînê asê mabû, bi balafirê rakir nexweşxaneyê.

Sid Miller anî ziman ku wan sedema teqîn û şewatê hînê tespît nekiriye.

Şerîfê devera Castro Sal Rivera ji kanala televizyonê CBS´ê got, dibe ku sîstema zibil a li axur, zêde germ bûbe û teqîn jî ji ber vê yekê çêbûbe.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.