Li Swêdê bereya restgir bi ser ket

Nûçeyên Cîhan

Duşem 12 Îlon 2022 - 22:24

  • Di hilbijartina giştî a li Swêdê de pêvajoya jimartina dengan dewam dike, lê encam hema hema diyar bûne. 

Di hilbijartina giştî a li Swêdê de pêvajoya jimartina dengan dewam dike, lê encam hema hema diyar bûne. Li gorî van encamên demkî, ji partiyên cihê 5 namzetîn Kurd karîne bikevin parlamena Swêdê. Encamên dawî wê çarşemê yanî sibe bêîn eşkerekirin.

Li Swêdê 11´ê Îlona 2022´yan, hilbijartina giştî ji bo diyarkirina endamên parlamenê bi rê ve çû. Pê re jî hilbijartinên Meclîsên Şaredariyan û yên herêman jî pêk hatin. Di nava namzetan de 15 Kurd jî hebûn. 

Li gorî encamên destpêkê yên nefermî, 5 namzedên Kurd di hilbijartinên parlamenê de bi ser ketine.

Sara Sêpele ji Partiya Demokrat, Kadir Kasirga ji Partiya Sosyal Demokrat, Lawên Rêdar ji Partiya Sosyal Demokrat, Serkan Kose ji Partiya Sosyal Demorkat, Gulan Avci ji Partiya Liberal. 

Pêvajoya jimartina dengdan hîna dewam dike û li gorî encamên herî dawî yên medyaya fermî ya Swêdê, koma partiyên rastgir bi 3 kursiyan li pêşiya ya partiyên çep e û ji 349 kursiyên parlamenê 176 kursî bi dest xistine. Tevî ku Partiya Sosyal Demokrat dengê xwe zêde jî kirine, wê nikaribe hikûmetê ava bike. 

Çav li rê ye, encamên dawî yên hilbijartinan, çarşemê werin eşkerekirin.

STOCKHOLM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.