- Li navçeya Amedê Sûrê, dewleta Tirk talankeriya xwe ya li taxên Hasirli, Fatîhpaşa, Savaş, Dabanoglu û Cemal Yilmaz, di sala 7’an de jî dewam dike.
YILMAZ KAYA / AMED
Li navçeya Amedê Sûrê 2’yê Kanûna 2015’an dewleta Tirk şerê li dijî xwerêveberiyê da destpêkirin. Di ser vî şerê dagirkeriyê re 6 sal bihurîn, lê qedexeya ketina 5 taxên Sûrê dewam dike. Di sala 7’an de jî dewleta Tirk talankeriya xwe dewam dike. Dewleta Tirk a dagirker li Sûrê hê jî mal û milkê xelkê taxên Hasirli, Fatîhpaşa, Savaş, Dabanoglu û Cemal Yilmaz talan dike. Ji van taxan 20 hezar mirov hatin koçberkirin, mal û avahî hatin rûxandin, li şûna wan avahiyên ûcûbe yên li avahiya bajêr nayên hatin avakirin. Kesên ku malên wan hatin xirakirin jî, li holê man, alîkariya kirê jî nedan wan.
Piştî êrişa li dijî xwerêveberiya Sûrê ya 2’yê Kanûna 2015’an, 16’ê Adara 2016‘an dewleta Tirk hema hema temamê Sûrê desteser kir, ji xelkê wê dizî. Avahiyên dîrokî yên zirar li wan bûye bi dozeran bi erdê re kirin yek.
Hema hema hemû rûxandin
Ji sedî 97’ê taxa Hasirli yanî (19 hektar), ji sedî 92’yê taxa Fatîhpaşa (15 hektar), ji sedî 68’ê taxa Cemal Yilmaz (3.5 hektar), ji sedî 40’ê taxa Savaş (2.7 hektar), ji sedî 39’ê taxa Dabanoglu (3.6 hektar), ji sedî 36’ê taxa Cevat Paşa (3.5 hektar) bi temamî hatin rûxandin.
Li şûna xanî û avahiyên dîrokî li taxên Hasirli, Dabanoglu û Fatîhpaşa avahiyên ecêb ên li avahiya bajêr nayên, hatin avakirin. Dewleta diz, heqê tiştên texrîbkirî da hin xwedîmilkan û ji bo cihê manê alîkariya kirê jî neda wan. Yê hinan jî, bêyî ku bi ti awayî zirarê qerebo bike, li ser milkê wan ev avahiyên ecêb avakirin.
Receb Abak ê 61 salî li taxa Hasirli xwedî du xaniyên bi par bû. Ji bo tiştên texrîbkirî 4 hezar û 850 lîre carekê danê û wezareta milkê wî dizî jî 10 hezar lîre danê. 9 zarokên Abak hene, didu ji wan zewicandî. Niha ew di karê înşaetê û di karên bi yewmiye de kar dikin da ku debara xwe bikin. Malbat niha li taxa Bagcilarê dimîne. Ew îro jî tê taxên Sûrê yên neqedexe û li qehwexaneyan hevalên xwe yên berê dibîne.
Bi zorê milkên wî jê stendin
Mehmet Aslan ê 62 salî, dibêje, “Li Hasirli li Kolana 4. Bardakçı Sokakê em diman. Ez li wir hatim dinê, zarokatiya min û ciwaniya min li wir bihurî. Li wir zewicîm. Li wir zarokên min çêbûn. Mala ji bavê min mayî û xaniyê me li kêlekê avakirî hebûn.” Dewleta Tirk her du xaniyên wî jî bi erdê re kirin yek.
Ew beriya êrişên dewleta Tirk bar dike diçe Baxlerê. Ew li ser talana dewleta Tirk dibêje, “Ez belkî 50 caran çûm Midûriyeta Hawîrdor û Bajêr a wilayetê. Lê heta niha heqê min nedan. Ne heqê kirê, ne jî heqê xaniyên min ên li Sûrê dan. Gotin, tapoya we nîne. Lê yek jê xaniyê me yê ji bavê min mayî ye. Yê din jî xaniyê min bi senedan ava kirî ye. Bi salan min fatoreyên wê yên av û elektrîkê dan, baca wê ya çopê da. Yek qirûş pere nedan me.“
Mehmet Aslan got, li şûna xaniyên wî, avahiyeke duqatî hatiye çêkirin: “Mala min xira dikin. Bêyî ku haya min jê hebe, avahiyan lê datînin. Behsa mafê milkiyetê dikin. Lê bi zorê milkê min ji min stendin. Rojekê ez ê bêm û tevî zarokên xwe kon vedim li dijî vê neheqiyê. Milkê min e, erdê min e.
Li Sûrê, tax hemû, em weke malekê bûn. Hilweşandin hemû. Ew avahiya civakî, çandî û dîrokî tine kirin.“
Xanî kirin biryargeh û paşê teqandin
Fehmî Aktaş ê 55 salî dibêje, xaniyê wan ê 4 qatî yê li taxa Fatîhpaşayê, li Direkhane Sokak No 152’yê ji wan stendine, kirine biryargeh û paşê teqandine. Wî got, esker û tîmên taybet 4 mehan xaniyê wan ji xwe re kiriye biryargeh û piştî ku êrişa wan bi dawî bûye, bi teqemeniya xanî hilweşandine. Fehmî Aktaş wiha dewam kir: “Ne bi mekîneyên kar, bi teqemeniyan xanî hilweşandin. Ez dayika min û xwişk û birayên min, em neçar li semtên cihê ketin xaniyên bi kirê. Yek qirûş alîkariya kirê jî nedan me. Tenê ji bo tiştên me yên texrîb kirin, 5 hezar lîre dan. Bi vî bereyî mirov nikare sarincekê jî bikire."
Fehmî Aktaş got, li ser teklîfa talankeran, wan red kiriye ku bi deyn ji TOKÎ’yê dayreyekê bikirin û wiha dewam kir: “Min ji wan re got, ez erdê xwe dixwazim. Ez ê xaniyê xwe li ser ava bikim. Lê qebûl nekirin. Gotin, ew erd kirine cihê heşînayî. Me doz vekir, pêvajo dewam dike."
Fehmî Aktaş li Kayapinarê tevî malbata xwe ketiye xaniyekî bi kirê, lê her roj ber ê xwe dide Sûrê: “Ez her roj neyêm Sûrê bêhna min diçike. Ez her roj neyêm dibim weke masiyê ji avê bikeve bejê."