Li Sûdanê 34 kes mirin

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 12 Tîrmeh 2023 - 13:39

Şerê navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de ji Nîsanê ve berdewam e ku encamê de bi hezaran kes hatine kuştin û bi milyonan kes koçberbûne. Tevî bi caran her du aliyan agirbest ragihandine jî, lê hîna gelek dem derbaznebûyî şer û alozî dîsa destpêdikirin. Her du hêzên hev du di destpêkirina êrişan de sûcdar dikin.

Wezareta Tenduristiyê ya Xartumê bi daxuyaniyekê ragihand ku bazarek a bi navûdeng ya li bajarê Omdurman ê nêzîkî paytexta Sûdan Xartumê, bê serûber hate bombebarankirin.

Di encama bombebaranê de 34 kesan jiyana xwe ji dest dan ku zarok jî di nav de bûn.

Her wiha hate destnîşankirin ku piraniya qurbaniyan bazirgan û kesên xwedî wesayîtên veguhestinê bûn.

Hêjayî gotinê ye ku ji Nîsana borî ve şerê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de dewam dike. Li gorî Neteweyên Yekbûyî, di encama şer de zêdetirî 3 hezar kes hatine kuştin û zêdetirî 2 milyon kes koçber bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.