- Li navçeya Soran a Herêma Kurdistanê ji bo xwendekaran festîvala çand û hunerê Kurdî hate lidarxistin.
Li navçeya Soran a Herêma Kurdistanê ji bo xwendekaran festîvala çand û hunerê Kurdî hate lidarxistin.
Li Dibistana Dolaqajî ya navçeya Soran, festîvala çand û hunerê Kurdî hate lidarxistin. Armanca lidarxistina festîvalê ew bû ku nifşê nû ji çanda Kurdewarî agahdar bikin.
Di festîvalê de berhemên kevin ên Kurdewarî hatin nîşandan. Herwiha xwendekaran stranên foklorî gotin. Dengbêjên navçeyê jî berhemên xwe pêşkêş kirin.
Rêvebera Dibistana Dolaqajî, Sirud Hemîd got, “Armanca vê festîvalê, zindîkirina çanda kevin a bav û bapîrên me ye, ji bo ku nifşê nû jî pê zanibe.”
Xwendekar Perêzan Zuhirî jî got, “Ji ber tevlî vê festîvalê bûm kêfxweş im. Ji ber ku berê agahiya min li ser van berhemên Kurdî nebû. Divê girîngeyeke zêde bidin çand û hunerê Kurdî û biparêzîn.”
ROJNEWS/SORAN