Li Silêmaniyê êrişa hewayî

Duşem 7 Tebax 2023 - 00:12

Balafirek bêmirov û biçek a dewleta Tirk li gundê navçeya Çemçemalê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê êrişa hewayî pêk anî. Gava me nûçe hazir dikir hê fêrmî ti daxuyanî nehatibû dayîn bes dibe ku kuştî û birîndar hebin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, êrîş doh li gundê Çinarto yê ser bi bajarokê Axceler yê girêdayî navçeya Çemçemal pêk hatiye. Ji ber êrişê agir bi zeviyên li herêmê ketiye.

Hat ragihandin ku doh ji danê siharê de li ser navçeya Çemçemalê tevgera balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker heye.

SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.