Li ser tecrîdê  komcivîn

Şemî 17 Kanûn 2022 - 01:33

Ji Rêber Abdullah Ocalan ji 25’ê Adara 2021’ê û vir ve ti agahî nayên girtin. Serlêdanên malbat û parêzeran jî bê bersiv tên hiştin.

Analîstvan û endamê Însiyatîfa Ereban a ji bo Azadiya Ocalan Îlham El Milêcî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA)’yê re nirxand.

Milêcî diyar kir ku bêdengiya Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Konseya Ewrûpayê CPT’yê bi guman e.

El Milêcî destnîşan kir ku li gorî qanûnên mafên girtiyan, malbat dikarin bi awayekî asayî serdanê bikin, da ku bikarin rewşa tenduristî û derûnî ya girtiyê xwe bizanin.

El Milêcî di dewama axaftina xwe de got; ‘’Ev rewşeke bi tehlûke ye û ji ber wê divê hemû aliyên berpirs ên mafên mirovan, hêzên Kurdî û azadîxwazên cîhanî, zextê li dewleta Tirk bikin, da ku pêşî li serdanan vekin û rewşa Rêber Abdullah Ocalan were zanîn. 

El Milêcî destnîşan kir ku Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Misir û Ereban ji bo ku zextê li aliyên berpirs bike, bernameyek amade kiriye. Wê destpêkê ji bo rayagiştî daxuyaniyek were dayîn ku tê de bi dehan rewşenbîr, siyasetmedar, parlamenter, rojnamevan û akademîsyenên ereb helwesta xwe ya li dijî tecrîda desthilatdariya tirk a li ser Rêber Abdullah Ocalan nîşan bidin.

Li gorî agahiyên El Milêcî roja şemiyê ango sibe wê komcivîneke diyalogê ya bi navê “Ocalan: tecrîdeke tund, bêdengiyeke navneteweyî û bangên mirovî” ji aliyê însiyatîfê ve bê lidarxistin.

Wê gelek nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedar  bi rêya bernameya Zoomê tê de beşdar bin û 3 xalên sereke; sedemên tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, bêdengiya navneteweyî ya bi guman û têkbirina tecrîdê ya ji aliyê qanûnî û mirovî de bên nirxandin. 

El Milêcî da zanîn ku bêdengiya navneteweyî ya bi guman li gor berjewendiyên rêjîma tirk a dagirker e, ku ev yek jî durûtiya civata navneteweyî nîşan dide. QAMIŞLO

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.