Li ser nenavendîbûnê li hev kirin

Yekşem 10 Nîsan 2022 - 22:30

  • Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi gelek nûnerên welatên rojava û hêzên muxalîf ên Sûriyeyê re li paytexta Swêdê Stokcholmê civiya. 

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi gelek nûnerên welatên rojava û hêzên muxalîf ên Sûriyeyê re li paytexta Swêdê Stokcholmê civiya. 

Li gorî malpera fermî ya Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) 9`ê Nîsanê, MSD`ê di çarçoveya hewldanên lidarxistina Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk de û ji bo nîqaşkirina nihêrîneke siyasî ku nûnertiya herî guncaw û firehtir ji opozîsyonê re pêk tîne, hevdîtineke şêwrê li paytexta Swêdê Stokholmê li dar xist.

Di hevdîtinê de, nûnerên wezaretên karên derve yên Emerîka, Brîtanya û Swîsreyê, 39 nûnerên hêzên opozîsyona Sûriyê, kesayetên demokratîk û sponsorê hevdîtinê Navenda Olof Palme ya Navneteweyî amade bûn.

Hevdîtinê doh jî gava nûçeya me dihat amadekirin, dewam dikir. Li gorî malperê, di hevdîtinê de mijarên; Sûriyeya netewe dewlet, lêkolînkirina têgeha nenavendîbûnê di çarçoveyeke nîştimanî ya demokratîk a li Sûriyê de û çareseriyeke adil ji doza Kurd û kêmneteweyên din re, rola demokratan tên nîqaşkirin.

Seroka navenda Olof Palme ya Navneteweyî Anna Sondstrom di destpêka hevdîtinê de axivî û destnîşan kir ku ev hevdîtin ji bo pêkanîna aştî û aramiya li Sûriyê gelekî girîng e. Her wiha bal bire ser demokrasiyê û edaletê û azadiya gel û got, ev yekane rêya rast e.

Di roja yekemîn de mijarên rewşa Sûriyê, senaryoyên muhtemel ên ji bo paşeroja Sûriyê weke dewlet û welat li gel binketina xebatên siyasî û rola hêzên demokrat di dîtina çareseriyekê de hatin minaqeşekirin.

Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed di civînê de got, “Li hin herêman dîktatorî heye, li hinekan jî faşîzim heye. Her wiha li hinekan jî mîna Bakur û Rojhilatê Sûriyê, demokradî pêk hatiye.”

Paşê teşeya desthilatê li Sûriyê bû û tê de têgeha nenavendîbûn, teşeyên wê yên siyasî, aborî û rêveberî doh hatin gotubêjkirin. Beşdaran li ser wê yekê li hev kir ku  nenavendîbûn deriyê bingehîn ê çareseriyê ye û gelek model li ser vê mijarê weke mînak dan ku aloziyan bi dawî dikin. Her wiha beşdaran bandora nenavendîbûnê li ser jinan û rola wan di avakirina aştiyê de jî nîqaş kir.

Bi sernavê ‘Gavên pratîk ji bo avakirina qadeke hevbeş’ û tê de astengiyên li pêşiya avakirina eniyeke demokratîk a Sûriyê dibin bend, rêbazên yekkirina xîtaba demokratîk li Sûriyê, rola hêzên demokratîk di pêşeroja Sûriyê û derfeta pêkanîna van gavan di pratîkê de jî hatin nîqaşkirin.

Li gorî malperê di dawiya hevdîtina roja yekê de, beşdaran li ser rêgeza nenavendîbûnê, pêwîstiya dewamkirina nîqaşê li ser diyarkirina teşe û parastina yekitiya Sûriyê û Rêveberiya Xweser, nexasim ku li Sûriyê tecrûbeyeke pêşeng e, li hev kiriye.

Gava nûçeya me dihat amadekirin, civînê di roja diduyê de dewam dikir.  

STOCKHOLM 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.