Li ser berfê tazî kirin û êşkence kirin

Çarşem 4 Çile 2023 - 01:31

Meha Kanûnê, leşkerên Tirk komek ji Îraniyên hewl dan ji Îranê xwe bigihînin Wanê, girtin. Wan ev penaber tazî kirin û li ser berfê dirêj kirin. Ciwanên di nava komê de 15 ta 30 salî bûn. Ew bi saetan tazî hatin hiştin û leşkerên Tirk ên dagirker paşê jî bi derbên li serê wan û pişta wan dan, êşkence li wan kirin.  Îraniyên ku leşkerên Tirk êşkence li wan kir, piştre bi rengê tazîkirî li aliyê Îranê yê sînor hatin hiştin. Ev mirovên ku bi fikar in ji aliyê rejîma Îranê ve bêne kuştin, jinûve hewl didin derbasî Wanê bibin. 

 

Ji bo neyêm kuştin dîsa diçim Tirkiyê

Berxwedêrekî Fars ê 35 salî ku leşkerên Tirk êşkence lê kir, qala bûyerê kir û got; "Ez li Tehranê dimînim. Piştî ku Jîna Amînî hate qetilkirin, min li dijî rejîmê şer kir. Min dixwest berxwedanê dewam bikim, lê belê gefa kuştinê li malbata min dixwarin. Neçar mam ku Îranê biterikînim. Piştî ku ji Îranê hatim Wanê, leşkerên Tirk ez û 5 kesên li gel min girtin. Bi rojan êşkence li me kirin. Di serma di bin sifirê de li ser berfê bi saetan em hiştin û êşkence li me kirin. Leşkeran piştre em danîn aliyê Îranê. Ji bo nekevim destê rejîma Îranê ez ê ji nû ve derbasî aliyê Tirkiyeyê bibûma."

ANF/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.