Gerîlaya PKK'ê Zeynep Kinaci bi nasnav Zîlan, ku 30'ê Hezîrana 1996'an li Dersimê çalakiya fedayî kir, di salvegera 25'an a şehadeta xwe de li Şengalê hate bîranîn.

Semînera li gundê Dugirê ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve hate lidarxistin. Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Riham Hico û jinên beşdarî semînerê bûn li ser jiyan û têkoşîna Zîlanê axivîn. Riham Hico diyar kir ku Zîlan li ber zordestiya pergalê rabûye, bi vê armancê tevlî nava refên azadiyê bûye û diyar kir ku weke jinên Êzidî wê heta dawiyê li pey têkoşîn û doza wê bin. Endama Koordînasyona TAJÊ Dayê Xoxê Cindî jî şehîd Zîlan bi bîr anî û got, "Eger em îro li vir li hev civiyane ev yek bi keda şehîdan e. Em bi şehîdên xwe serbilind in û em ê li pey şopa wan bin."

ANF/ŞENGAL