Di salvegera 25’an a şehîdbûna xwe de Zîlan li paytexta Fransa Parîs, bajarê Kîel ê Elmanya, bajarê Swîsre Basel, li paytexta Swêdê Stockholmê, bajarê Lavrîo ya Yewnanistanê bi çalakiyan hate bibîranîn. 

Di bibîranînan de qala maneya çalakiya xwebexş a Zîlanê hat kirin û li dora vê tevgera jinê ya bi gewde bûyî hat destnîşankirin. Di bîranînan de qala kesayet û jiyana Zîlanê hat kirin û di vî warî de sînevîzyon hatin nîşandan.

Maneya çalakiya Zîlanê di serî de ji bo jinên Kurd û bi giştî ji bo tevahî jinan hat diyarkirin û duruşma “Jin jiyan azadî” hat destnîşankirin. Qisekerên bîranînan li ser pêvajoyê jî axivîn û bal kişandin ser berxwedana gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û anîn ziman ku divê xeta xiyanetê û hevkariyê neyê qebûlkirin û raya giştî bi yekdengî li ber rabe; wê teşhîr bike û nehêle bêhna xwe bide. Di vê çarçoveyê de li hember xeta xiyanetê; xeta xwebexş ango xeta Zîlanê hat destnîşankirin. Di bîranînan de gerîlayên demên dawî şehîd bûne jî hatin bibîranîn.

NAVENDA NÛÇEYAN