PKK qala berxwedana xwe ya ji çil salî zêdetir dike, bi deh hezaran şehîdan bi bîr dixe û dibêje, vê xetê xwebexşên mîna Zîlanê û Helmet derxistine holê. PKK dixwaze her kes xeta zelal bike û hevkartiya bi dijmin re were teşhîrkirin.
Komîteya Rêveber a PKK'ê, bi wesîleya salvegera şehadeta Zîlanê (Zeynep Kinaci) ku 30'ê Hezîrana 1996'an li Dersimê çalakiya fedayî li dar xist û salvegera şehadeta endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Helmet (Diyar Xerîb) daxuyaniyek weşand. Di heman demê de îro salvegera darvekirina Şêx Seîdê Kal û hevrêyên wî ne, di heman demê de biryardana darvekirinê ji bo Rêber Apo ye.
PKK di daxuyaniya xwe de çalakiya xwebexş a Zîlanê ya 25 sal berê di 30'ê Hezîrana 1996'an de li navenda Dersimê pêkhatî dike û qala bandora wê li ser sîstema faşîst-qirker dike. Li ser bandora çalakiyê ya li ser civakê jî PKK weha dibêje; “Bi wêrekî û fedakariya xwe, bi biryardarî û îradeya xwe, bi dilxwaziya xwe ya ji bo azadiyê û dilsoziya bi Rêbertî re xwe gihand jin, ciwan û tevahiya gelê me û kesayetên nû yên azad, civakeke demokratîk afirand.”
Têkoşîn Zîlanbûyî ye
PKK tîne ziman ku hêzên gerîla bi ruhê xwebexş ê Zîlanê şer dike, dîsa bi lehengî û rûmeta neteweyî ya berxwedana 14ʼê Tîrmehê ya li zindanan têdikoşe û dibêje; “Ya ku êrişên di asta komploya navneteweyî de hêzên mêtinger-qirker pûç kir, ev xeta fedayîtiyê ye. Ji bo me gel û tevgerê, çavkaniya me ya herî mezin a hêzê, ev xet e ku di rastiya Zîlan de berbiçav bi gewde bûye.
Di serî de li Metîna, Zap û Avaşînê, li Heftanîn û Xakurkê, li tevahiya çiyayên Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê li her qadê ev şerê ji bo demokrasî û azadiyê li ser vê xetê tê meşandin. Ya ku her roj derbên giran lê dide û faşîzma AKP-MHP'ê li bin guhê erdê dixe, ev xet e. Li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, gel û dostên me li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û hevkariya pê re, li ser vê xetê çalakiyan dikin. Pêşengiya jinê ya li her qadê, asta wê ya têk naçe, bi vê xetê tê afirandin. Şervaniya HPG û YJA Starê ya bi Zîlanbûyî, dibe pêşengiya rasteqîn, nav û sonda serketinê. Hevrê Zîlan 25 sal in di nava têkoşîneke wiha ya lehengiyê de heye û ji niha û pê ve jî wê her tim bi vî rengî hebe!
Helmet xeta dij-hevkariyê ye
PKK di daxuyaniyê de salvegera diduyan a şehadeta endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê û Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Helmet (Diyar Xerîb) jî bi bîr dixe û di vê çarçoveyê de bang li tevahî gelê Kurdistanê û nexasim xelkê Başûrê Kurdistanê dike û dibêje; “Li dijî her cûre helwêstên nokerî û xiyanetê yên xumamîkirin û berevajîkirinê, rastiya hevrê Helmet timî me ronî dike; datîne pêşiya me ku helwesta demokratîk û neteweyî ya rastî divê çawa be. Bi rastiya xwe, ku parçebûna Kurdistanê qebûl nedikir, dagirkerî û mêtingerî nas nedikir, li dijî qirkirina li çar parçeyên Kurdistanê têkoşîn ji xwe re dikir esas û yekîtiya neteweyî-demokratîk di ser her tiştî re didît, rêya me timî ronî dike.
Di vê çarçoveyê de wê helwestên hevkariya bi dagirkeran re bêhtir bê teşhîrkirin, li dijî dagirkeriya AKP-MHP'ê helwêsteke hîn zelal û eşkere bê nîşandan, li dijî her cûre dagirkerî û hevkariyê wê hîn bêhtir bibe yek û têkoşîneke xurtir bê meşandin. Helwesta ku bi kêrî gelê me û mirovahiyê tê, ev helwest e. Ev helwest û têkoşîn wê hebûna me ya neteweyî, wê paşeroja me ya azad misoger bike.
Helwêsta xwe zelal bikin
PKK di vê çarçoveyê de bang li PDKʼê û partî-rêxistinên din dike da ku helwêsta xwe zelal bikin û dibêje; “Bi navê tevgera PKK'ê û gelê Kurd em her tim alîgirê yekîtiya demokratîk-neteweyî ya Kurdan e, di pirsgirêka Kurd de alîgirê çareseriya demokratîk a biratiya gelan e. Em bang li hêzên siyasî hemûyan dikin ku vê rastiyê bibînin û hurmetê nîşanî vê yekê bidin. Li ser vî bingehî zêdeyî çil salan me li ber xwe da, bi deh hezaran şehîd da û fedayiyên mîna hevrê Zîlan û Helmet afirand. Ji niha û pê ve jî em ê ji bo demokrasî û azadiyê li ser heman xetê li ber xwe bidin. Di vê çarçoveyê de em bang li jin û ciwanan, gel û dostên xwe dikin ku li dora pêngavên serketinê yên gerîlayên me yên leheng bicivin, pêngava me ya 'Dem dema azadiyê ye' bi ser bixînin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê meşandin."
NAVENDA NÛÇEYAN