Li sempozyûmê tabloyên jinan derketin pêş

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 24 Gulan 2023 - 04:05

Li sempozyûmê tabloyên jinan derketin pêş

 

Şêwekaran diyar kir ku li gel hunerên din, şêwekarî rêbaza baş a derbirîna hestên jinan e.

Li Kobanê di 20′ê Gulanê de Sempozyûma 4′an a Rojava ya Hunerê Şêwekariyê bi beşdariya şêwekarên ji tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kiribû.

Sempozyûm wê heta 26′ê Gulanê dewam bike û paşê pêşangeha şêwekariyê li Qamişloyê di 28′ê Gulanê de dest pê bike.

Di sempozyumê de tabloyên jinan ên herî balkêş bûn.

Şêwekar Emel Etar a ji Reqayê, ev cara pêşîn e ku beşdarî sempozyûmê dibe. Emel Etar li ser karên li sempozyûmê axivî.

Emel Etar îşaret bi tabloyên li ser jinan ên têkildarî çandên herêmê kir û got, jin bi rêya hunerî jî berxwedanê didomînin: "Îro rewş cuda ye, jin li qadên hunerî û wekî din in. Ruxmî rewşên zehmet ên salên bihurî, jinan huner jî li cih nehişt. Huner peyama aştiyê ye. Heta jinên şêwekar xwe bi pêş bixin, divê van kevneşopiyên civakê bişikînin û peyamekê bidin, bibêjin, jin dikarin di her warî de bixebitin û hêza wan heye."

Şêwekar Hêva Îsmaîl jî ji Kobanê ye. Wê got, ji bo şikandina bendên li dijî jinan, wê biryar da ku beşdarî vê xebatê bibe û tabloyên li ser jinan û têkiliyên wan ên bi xwezayê re xêz bike.

Hêva Îsmaîl got, "Bê guman hin mijar hene, jin nikarin wan eşkere bikin. Sedem jî kevneşopiyên civakê ne. Ji ber wê, xêzkarî li kêleka hunerên din rêbaza baş a derbirîna hestên jinan e."

Hêva Îsmaîl bang li tevahî jinan kir da ku di her warî de bi rola xwe rabin û radestî zîhniyeta baviksalar nebin. Wê her wiha bang li jinan kir da ku behreyên xwe di huner, rêveberî û aliyên din de bi pêş bixin.

ANHA/KOBANÊ

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.