• Desteya Kargêrî ya Federal û Berpirsiyarê Çandiniyê yê Federasyona Rûsyayê (Rosselkhoznadzor) îthalata domatês û îsotan ji gelek herêmên Ermenistan, Ozbekistan û Tirkiyê qedexe kir.

KURDISTAN LEZGIYEVA
MOSKOV

Desteya Kargêrî ya Federal û Berpirsiyarê Çandiniyê yê Federasyona Rûsyayê (Rosselkhoznadzor) îthalata domatês û îsotan ji gelek herêmên Ermenistan, Ozbekistan û Tirkiyê qedexe kir, û her weha îthalkirina bacan û sêvan ji Azerbaycanê jî bi sînor kir. Sedema qedexe jî ew e, dermanên di mezinkirina van sebzeyan de tê bikaranîn. Em qala vîrusa mozaîka pepino dikin, ku dikare bibe sedema kêmbûna mezinahiya zebzeyên wek bacanê reş, îsot, domatês, petatan û gihîştina wan a newekhev.

Rûsya ji Azerbaycanê % 38, ji Tirkiyê % 13 û ji Ozbekistanê  % 9 bacana îthal dike. Lê belê Rûsya çendî bi xwe fêkî û sebzeyan hildiberîne, hewcedariya xwe kêm dibe û ji bo yên kirînê kalîteyê bilind dike.

Bi gelemperî, li gorî pêşbîniyê, di pênc salan de, hilberîna sebzeyên serayê li welat dê 575 hezar ton mezin bibe. Di pênc salên borî de, Rûsyayê dora 250 mîlyar rûbil li sereyan bi dest xist. Ev jî dike ku bazar zêde hewcedarî derve nebe.

Wekî din, piştgiriya budçeyê ya ji bo serayên li Rûsyayê di van demên dawî de bi rengekî xurt pêk hat. Ji ber vê yekê, biryarên bi vî rengî yên Rosselkhoznadzor pir dişibin "diyariyeke dara Sersalê", her çend ev "diyariyek" ne li ser lêçûna budceyê, lê li ser lêçûna karsazên Rûsî tê kirin, ku dê neçar bimînin ji bo hilberên bihayê bidin.