• Li paytexta Sûriye Şamê doh du teqînên mezin rû da, li gorî zanyariyên destpêkê 13 kes mirine.

Li paytexta Sûriye Şamê doh du teqînên mezin rû da, li gorî zanyariyên destpêkê 13 kes mirine.

Ajansa SANA ya Sûriyê ragihand, doh serê sibehê 2 teqînên bihêz li navenda bajarê Şamê rû daye. Di encama teqînê de 13 kesan jiyana xwe ji dest daye û 3 kes jî birîndar bûne. Teqîn di dema derbasbûna karwaneke leşkerî ya rejîma Sûriyê de pêkhatiye û hate gotin, hewldana teqîna sêyemîn ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye pûç kirin.

ŞAM