Li Rûsyayê rewşa xerab

Nûçeyên Cîhan

Şemî 13 Nîsan 2024 - 00:20

Li Rûsyayê asta ava çeman her ku diçe bilindtir dibe û rayedaran gotin ku ‘rewş gelekî xirab e.’ Rayedarên herêmî destnîşan kirin  ku asta ava çemê Ûralê niha gihaye bilindtirîn astê û ji sînorê ‘xeter’ derbas bûye. Lehîyên mezin gelekî tesîrê li Orenbûrg, herêmên din ên Rûsyayê û Qazaxistana cîran dikin.

Li herêma Tyûmenê ya rojavayê Sîbîryayê jî asta ava çeman bilind dibe. Hate ragihandin ku sedema van lehîyan, zêdebûna germahiyê,  helîna berfê ya zêde, perçebûna qeşayê û baranên zêde ye. Rayedarên herêmî ragihandin ku li Orenbûrgê asta ava çemê Ûralê gihaye 11.29 metreyan. Ev jî nîşan dide ku hema bibêje du metreyan ji sînorê xeter derbas bûye.

Li gelek deveran bi tenê serbanê xaniyên ku di binê avê de mane tên xuyakirin.

Li gorî rayedarên herêmî li Orenbûrgê nêzîkî 11 hezar û 700 xanî di binê avê de mane û zêdeyî 10 hezar û 700 kes jî ji herêmê hatine tehliyekirin.

Di van rojên dawiyê de bi taybet li Qazaxistanê zêdeyî 100 hezar kes neçar mane ku xaniyên xwe biterikînin.

Lêkolînên zanistî sedema vê yekê weke germbûna global û têkildarî wê lehiyên ji ber barana zêde destnîşan dikin.

Berdevkê Rûsyayê Dmîtrî Peskovî got: ‘’Rewş gelekî xirab e. Texmîn neyînî ne. Asta ava çeman her ku diçe bilindtir dibe.’’

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.