Li Rûsyayê gel dengê xwe hilda

Nûçeyên Cîhan

Duşem 25 Çile 2021 - 02:50

  •  Di dîroka nêz a Rûsyayê de xwepêşandanên bi vî rengî yên li qadeke ewçend berfireh belav bûye, kêm tê dîtin.

Bi daxwaza berdana muxalifê Rûs Aleksey Navalnî, Şemiyê li tevahiya Rûsyayê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin û bi deh hezaran kes daketin qadan. Di van xwepêşandanan de 2.400 kes hatin binçavkirin.

Çalakiyên herî mezin jî li paytext Moskov û bajarê St. Petersbûrgê hatin lidarxistin. Li gorî amadekaran, li her yek ji van xwepêşandanan 20 hezar kes amade bûn. Polîsan jî îdîa kirin ku li Moskovê 4 hezar kes meşiyan e.

Li dehan bajarên din çalakiyên protestoyî hebûn. Di dîroka nêz a Rûsyayê de xwepêşandanên bi vî rengî yên li qadeke ewçend berfireh belav bûye, kêm tê dîtin.

Li Moskovê di çalakiya şermezarkirinê de piştî nîvro polîs êriş kir û xwepêşendêr ji ya xwe nehatin xwarê, di serî de bi gulokên berfê, bi alavên di destê xwe de li ber xwe dan.

Muxalif Navalnî yê 44 salî, piştî ku bi jehrê hate xistin, li Elmanyayê hate dermankirin û piştî ku vegeriya di 17’ê Çileyê de li Rûsyayê hatibû binçavkirin. Navalnî herî kêm heta 15’ê Sibatê wê girtî bimîne û der barê wî de gelek lêpirsîn hene.

Navalnî bi dîmen banga çalakiyê kiribû û ji roja Sêşemê ve zêdeyî 70 milyon kesî li vê bangê temaşe kir. Navalnî di dîmen de Serokdewlet Vladîmîr Pûtîn sûcdar kir ku ji xwe re avahiyeke taybet a bi milyarek euroyî çêkiriye.

ANF/MOSKOV

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.