• Şefê koma Wagnerê, Yevgenî Prîgojîn înê êvarê, li dijî Kremlînê serî hilda. 

Koma Wagnerê ya paramîlîter a li Rûsyayê piştî ku îran bihurî berêvarê serî li ber Moskovê hilda, şefê komê ji nişka ve biryara vekişînê da û qebûl kir ku sirgûnî Belarûsê bibe.

Şefê koma Wagnerê, Yevgenî Prîgojîn înê êvarê, li dijî Kremlînê serî hilda. Prîgojîn îdîa kir ku leşkerên wî ji bo dagirkirina başûrê Rûsyayê û têkbirina fermandariya leşkerî ji xaka Ûkraynayê çûne.

Hêzên paramîlîter bi piştgiriya leşker û gel fermandariya bajarê Rostovê bi dest xist û piştre berê xwe da bajarê Voronezhê ku 500 kîlometreyan li başûrê Moskovê ye. Li Voronezê depoyeke sotemeniyê hate şewitandin. Konvoyeke mezin a ji endamên Wagnerê piştre berê xwe da Moskovê û li herêma Lîpetskê hatin dîtin ku 400 kîlometreyan li başûrê Moskovê ye.

Prîgojîn di Şemiyê êvarê ragihand ku hêzên wan ji bo xwe ji pêkhatina rijandina xwînê vegirin, wê li kampên xwe vegerin.

Prîgojîn li ser Telegramê daxuyaniyek da û got, "Bi têgihiştina xwe ya ji berpirsyariya xwe ya li ser mijara rijandina xwîna Rûs, em tevî konvoyên xwe vedigerin û li gorî plana hatiye diyarikrin, vedigerin kampên xwe."

Qesra Kremlînê jî yekser ragihand ku endamên koma Wagner wê neyên dadgehkirin.

Moskovê diyar kir ku tohmetên têkildarî Yevgenî Prîgojîn wê bêne betalkirin û ew ê jî biçe Belarûsê.

 

Hêzên li pişt perdeyê kî ne?

Li gorî hin kesan ev liv û tevger henek bû, li gorî hinekan jî piçûkxistineke giran a Moskovê bû. Hin muxalifan ev yek weke nîşaneya lawaziya Rûsyayê dît, her wiha hinekan îdîa kir ku xetera nemanê li ser Rûsyayê heye.

Li gorî parêzvanê mafên mirovan û karsazê Rûs, Vladîmîr Valerîevîç Osetkîn, "Pûtîn baweriya bi xwe, her wiha hurmet û tirsa xwe ya li ser leşkerî û servîsên ewlekariyê ji dest da." Li gorî Osetkîn heta dawiya salê, li Rûsyayê transfereke desthilatdariyê dikare pêk were.

Osetkîn diyar dike ku bûyerên 23 û 24'ê Hezîranê, teqez ne henek in. Osetkîn got, "Hewldana darbeyê rastî bû" û hin hêzan bi zanebûn destûr da ku Prîgojîn bi pêş ve biçe û encamên wê jî ji bo xwe bi kar anîn. Li gorî vê yekê, yên sûdê ji vê yekê werdigirin 'ew hêzên li pişt perdeyê' ne.

Prîgojîn weke bersiveke li fermana Wezîrê Parastinê yê Rûs Sergey Şoyxû kete nava liv û tevgerê. Şoyxu 10'ê Hezîranê fermana girtina Wagnerê dabû. Li gorî Osetkîn, Prîgojîn bi qasî ku destûr jê re hate dayîn bi pêş ve çû, lewma ji bo rawestandina Prîgojîn, Servîsên Ewlekariya Federal (FSB) kete nava liv û tevgerê. Prîgojîn zanîbû ku ev yek tê çi wateyê. Prîgojîn her wiha xwedî qerteke girîng a lihevkirina bi Pûtîn re bû, lewma destûr jê re hate dayîn ku biçe.

 

Gelo du serok hene?

Parlamenterê berê yê Sovyetê û Albayê berê yê Hêzên Hewayî yên Sovyetê, Vîktor Alksnîs li ser telegramê ev şirove kir: "Bi rengekî bi êş neçar im ku qebûl bikim, Federasyona Rûsyayê gevake din nêzîkî nemaneke veger jê nîne bûye."

Li gorî Alksnîs ji niha û pê ve du serok hene: Prîgojîn û Pûtîn. Alksnîs îdîa kir ku serokê rastî 'Prîgojîn' e û got, "Ti carî nedihate bîra min ku vê şermê û hilweşînê bibînim."

Ji şêwirmendên Serokkomarê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskiy, Mîkhaîlo Podolyak jî got, "Prîgojîn Pûtîn/dewleta wî piçûk xist û nîşan da ku êdî li ser şidetê yekdestdarî nîne."

Berdevka Azadiyan-Rûsya rêxistineke civakî ya sivîl e ji bo parastina mafên mirovan e li Fransayê. Ji vê rêxistinê Olga Prokopîeva ji Franceînfo re axivî û got, "Encama yekane ya ji bûyeran mirov derxe ew e ku rejîma Pûtîn lawaz e."

 

NAVENDA NÛÇEYAN