Li Reqayê êrîşa DAIŞ’ê

Sêşem 27 Kanûn 2022 - 01:40

Li Reqayê doh piştî nîvro çeteyên DAIŞ’ê êrişeke xwekuj li dijî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li nêzî girtîgeheke çeteyên DAIŞ’ê pêk anî. Di êrişê de 2 çete hatin kuştin, her wiha 6 endamên hêzên ewlehiyê şehîd bûn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn doh li Reqayê êrişeke çeteyên DAIŞ’ê şikand. Ji 5 çeteyên ku êrişî navendê kirin, 2 çete hatin kuştin ku yek ji wan kembereke teqemeniyê li xwe girê dabû. Piştî êrişê, derdora navendê hate girtin, ji bo ku rê li pêş çeteyên êrişkar were girtin.Ji bo ku çeteyên êrişkar ên reviyayî bigirin, hêzên ewlekariyê dest bi xebatên lêgerînê li taxa Diriye a bajarê kir û hemwextî wê, hêzên ewlekariyê di nava taxên bajêr de belav bûn. 

Derbarê encamên destpêkê yên êrişê de, hevserokê Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî Heco ji malpera fermî ya Rêveberiya Xweser re wiha axivî: “Di encama êrişê de, 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn 3 endamên hêzên leşkerî şehîd bûn. Hêzên ewlehiyê xebatên lêgerînê li herêmê dimeşînin da ku êrişkaran bigirin.”

REQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.