Li Reqayê alîkariyeke xweş

În 30 Nîsan 2021 - 06:02

  • Şêniyên Reqayê di meha Remezanê de bi rêya 3 xwaringehan, fitarê ji malbatên hewcedar re pêşkêş dikin. 

Şêniyên Reqayê di meha Remezanê de bi rêya 3 xwaringehan, fitarê ji malbatên hewcedar re pêşkêş dikin. 

Gelek şêniyên Reqayê yên dewlemend projeya pêşkêşkirina xwarina fitarê di meha Remezanê de vekir. Di projeyê de 3 xwaringehên xêrxwaziyê bi navên Xwaringeha Nûr a Xêrxwaziyê, Xwaringeha Bab Bexdad û Xwaringeha El-Ferdos rojane xwarinê ji 300 malbatan re bê pere pêşkêş dikin.

Ev xwaringeh bi însiyastîfên xweser ji aliyê şêniyên bajêr ve hatin vekirin. Ev 2 sal e ku ev proje li dar e, û tevahiya meha Remezanê de xwarinê ji xizanan re pêşkêş dikin bi taybetî ji jinên bî re. Di xwaringehê de 15 jin bi dilxwazî û bê pere kar dikin.

ANHA/REQA 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.