Li Qamişloyê 2 welatî şehîd bûn
Çarşem 26 Cotmeh 2022 - 00:25
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku pêr di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser bajarê Qamişloyê de, 2 welatî şehîd bûne. Her wiha bang li hêzên navneteweyî kir ku helwesta xwe ji şerê dewleta Tirk ê ne rewa yê li dijî sûrî û herêmê nîşan bide.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrişa dewleta Tirk a dagirker a bi balafireke bêmirov û biçek a pêr li ser bajarê Qamişlo bi daxuyaniyekê şermezar kir. Her wiha hişyarî li ser encamên xirab ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide li herêmê pêk bîne, da.
Daxuyanî wiha ye: "Balafira bêmirov a biçek ku duh (pêr) Qamişlo kir hedef berdwama rêzeêrişên bi balafirên bêmirov e, bi her awayî nîşan dide ku dewleta Tirk a dagirker bi awayekî erşkere şer radighîne. Yê sûdê jê digirin jî hêzên çete û terorîst in, di serî de jî DAIŞ û nameyeke zelal a pêkanîna qirkirinê ye.
Hedefgirtina fermandarên QSD’ê yên ku şerê terorê kirine, her wiha hedefgirtina welatî, mal û milkên wan, karkerên Rêveberiya Xweser û saziyên sivîl ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve binpêkirina eşkere ya hemû pîvanên exlaqî, mîsaq û peymanên navneteweyî ye.
Em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di demekê de êrişa duh (24’ê Cotmehê) li ser Qamişlo û hedefgirtina yek ji saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser ku di encamê de 2 welatî şehîd bûbûn, şermezar dikin û em teqez dikin ku bêdengiya çi aliyeke ji aliyên aktîf li Sûriyê, bêdengiya civata navneteweyî û saziyên navneteweyî dikeve berjewendiya desteka siyasî ji dewleta Tirk re û şerê wê li dijî sûriyan û herêmên me. Divê ev yek bi helwestên zelal û cesaret ku nirx û qanûnên navneteweyî teqez dikin werin nîşandan û divê di navbera hincetên dewleta Tirk û şêweyên hedefgirtin û şerê wê yên bêrewa li dijî sûrî û herêmên me de ji hev bên cudakirin.
Em ji gelê xwe re bi hemû pêkhateyên wê teqez dikin ku em di parastina destkeftiyên gelê xwe û mafên wî yên îstîqrar, xwerêxistinkirin û parastina rewa de dewam dikin û li hember parastina destkeftiyên şoreşa gelê xwe de dudilî nabin."
QAMIŞLO