Parlementerên HDP’ê ji bo ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike, li pêşiya Wezareta Edaletê dest bi nobetê kiribûn. Çalakiya nobetê doh jî di roja çaran de dewam kir. Parlementerên HDP’ê Tayîp Temel, Abdullah Koç, Kemal Pekoz, Mûazez Orhan, Celadet Gaydali û Gulistan Kiliç Koçyîgît ber bi Wezareta Edaletê ve meşiyan. Parlementer li Deriyê Dîkmenê yê meclîsê ji aliyê polîsan hatin astengkirin.

Polîsan diyar kirin ‘ferman’ ji wan re hatine û ew ê ‘destûrê nedin’ ku parlementerên HDP’ê biçin pêşiya Wezareta Edaletê. Polîsan gef li rojnamevanan jî xwar û ew ji qadê dûr xistin. Alîkarê Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Tayyîp Temel diyar kir ji bo ku Abdullah Ocalan karibe bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike wan li pêşiya Wezareta Edaletê dest bi nobetê kirine û got “Îro bêyî ku biryareke nivîskî û zemîneke qanûnî hebe, li Deriyê Dîkmenê pêşiya me hate birîn. Nehiştin ku em biçin Wezareta Edaletê. Ji bo protestokirina vê bêhiqûqtiyê em îro li vir in. Em ê daxuyaniya xwe ya li ser tecrîd û rewşa krîtîk a Îmraliyê îro li Meclîsê bidin. Em vê nobeta xwe bidomînin. Divê her kes bi vî tiştî bizanibe. 21 meh in tu agahî ji Girava Îmraliyê nayê stendin Ev bêhiqûqî dike ku polîtîkayên şer li Tirkiyeyê berbelav bibe. Şer û tecrîda desthilatdariya AKP-MHP’ê li ser tevahiya civakê belav bûye. Divê demildest tecrîd bê rakirin û were mîsogerkirin ku aktorên projeyên çareseriyê biaxivin. 

Em neçar man ku daxuyaniya xwe li vir bidin. Em ê vê nobeda xwe bidomînin. Heta ku qanûnên vî welatî werin sepandin, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Banga me zelal e, divê parêzer demildest biçin Îmraliyê. Divê pêşî li hevdîtina bi aktorê çareseriyê re bê vekirin. Divê fikarên gelê Kurd û dostên wan ji holê bên rakirin. Berpirsiyarê vê yekê Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag û saziyên vê desthilatdariyê ne. Em carek din bang li Bekîr Bozdag dikin, divê tu têkildarî qedexekirina hevdîtina parêzeran a li Îmraliyê daxuyaniyekê bidî, tişta pêwîst çi be bikî û pêşî li hevdîtina parêzeran vekî.” 

MA/ENQERE