- Coşa Festîvala Çanda Kurd a Parîsê dewam dike. Endamên TEV-ÇAND’ê li şaredariya Montreuillê konser da.
Coşa Festîvala Çanda Kurd a Parîsê dewam dike. Endamên TEV-ÇAND’ê li şaredariya Montreuillê konser da.
Di çarçoveya festîvalê de sêşemê êvarê li avahiya şaredariya Montreuillê konser hate dayîn. Şaredariya Montreuillê jî piştgiriyê dide festîvala 14 rojî. Şaredariya Montreuillê beriya ku were dagirkirin, bi şaredariya Bismila Amedê re bûbû dost. Li ser navê şaredariyê Halîma Menhoudy got, ew serbilind in ku bûne parçeyekî vê enerjiyê: “Em ê her dem li ba Kurdan bin.”
Koma Govendê ya Roja Arîn jî ya di bin banê TEV-ÇAND’ê de bi def û zirneyê ket holê. Îro jî li avahiya şaredariya semta 10’an pêşangeha di çarçoveya ‘Dayik û koç’ê de ya Serdar Mûtlû heye. Heta 28’ê Gulanê wê festîval bi konserên kolanan, şano, dîwana dengbêjan, roja zarokan, pêşangeha wêneyan û konsera fînalê bidome.
PARÎS