• Li gundê Akoyan ê ser bi bajarokê Rewanduz ê girêdayî Hewlêrê cotyarê bi navê Tehsîn Îbrahîm 80 cûrên tirî li nava rezê xwe çandine.

Li gundê Akoyan ê ser bi bajarokê Rewanduz ê girêdayî Hewlêrê cotyarê bi navê Tehsîn Îbrahîm 80 cûrên tirî li nava rezê xwe çandine. Hinek wîşiyên tiriyê wî digihîje 5 kiloyan. Tahma wan jî gelek ji hev cûda ne.

Tehsîn Îbrahîm cotyarekî mînak yê gundê Akoyan a ser bi bajaroka Rewanduzê ye. Çend saleke bi karê baxçevanî û çandiniyê re mijûl dibe. Li 25 donim zevî de gelek berhemên çandiniyê çandiye. Beşek ji zeviyên xwe xistiye şitilgeh û bi dehan cûrên şitlan ji dervey Herêma Kurdistanê aniye û ji bo pêşxistina kerta çandiniyê van şitlan difiroşe cotyaran. Tehsîn Îbrahîm nêzî 13 donim xistiye rez û salane gelek cûrên cûda yên tirî berhem tîne.
Tehsîn Îbrahîm diyarkir wî 80 cûrên tirî çandiye ku yên herî diyar jî tiriyê reş û spî, xurmayî û kişmişî ye. Her wiha diyarkir ku her sal ev tirî rengê xwe diguhere. Tehsîn da zanîn ji bilî cûr, kêş û rengê tirî di aliyê tahma xwe de jî gelek tahmên cûda ji tiriyê wî tê ku li Herêma Kurdistanê tahma vî tirî kêm heye. Hinek cûrên tirî ji dervey welat aniye ku li gel avhewaya Rewanduzê diguncê. Tiriyê dêmî û tiriyê beravî jî li nav rezê wî de heye.
Her wiha got, hinek cûrên tirî li nava rezê wî de hene ku hem dikare xwe li ber germaya zêde hem jî li ber sermaya zêde bigre.

Herî dawiyê jî Tehsîn Îbrahîm gilî li wezareta çandiniyê ya Herêma Kurdistanê kir û got, wezaret bi qasî pêwîst giringî bi dahênan û pêşxistina kerta çandiniyê nade.
ROJNEWS/REWANDÛZ