Li Myanmarê eskeran serok dewlet girt

Nûçeyên Cîhan

Duşem 1 Sibat 2021 - 16:25

  • Duşemê sibehî, artêşa Myanmarê darbe kir û serokdewleta Myanmarê, Aung San Suu Kyi kire nezaretê. Tevî Suu Kyi her wiha Serokkomar Win Myint û gelek kadroyên payebilind ên partiya Yekîtiya Demokratîk a Neteweyî (NLD) a li desthilatdariyê hatin girtin.

Duşemê sibehî, artêşa Myanmarê serokdewleta Myanmarê, Aung San Suu Kyi kire nezaretê. Tevî Suu Kyi her wiha Serokkomar Win Myint û gelek kadroyên payebilind ên partiya Yekîtiya Demokratîk a Neteweyî (NLD) a li desthilatdariyê hatin girtin.

General bi rojan e, zext dikirin ku îdîayên hîleyê yên di hilbijartinê de bên lêkolîn. Artêşê piştî darbeyê, rewşa awarte ji bo salekê ragihand û general ji bo wezîfeyên bingehîn tayîn kirin.

Artêş komîsyona hilbijartinê ji ber 'bêsîstemiya mezin' a di hilbijartinên giştî yên Mijdara bihurî de gunehbar dike. Artêşê got, wê herî kêm 8.6 milyon bûyerên hîleyê tesbît kirine.

Di hilbijartinê de partiya Aung San Suu Kyi LND bi dengekî bilind bi ser ketibû. Li parlamena ku 476 kursiyên wê hene, 396 kursî bi dest xistibûn, her wiha ji bo lêkolînkirina îdîayên hîleyê, lidarxistina rûniştineke awarte red kiribû.

Bi darbeyê re artêşê li paytexta aboriyê ya welêt Rangoûnê avahiya şaredariyê kontrol kir, balafirgeha navneteweyî bloke kir. Her wiha xeta telefon û înternetê jî asê bûne yan jî hatine sînordarkirin.

Paytextên Rojavayî darbe şermezar kirin. Berdevka Qesra Spî Jen Psakî got, "DYE li dijî hewldana guhertina encamên hilbijartinên dawî ye û li dijî berpirsyaran wê tedbîran bigire."

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres jî girtina Aung San Suu Kyi 'bi tundî' şermezar kir.

Di nava 63 salên bihurî de ev bû darbeya 4´an a eskerî li Myanmarê.

MYANMAR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.