Li Gabonê jî darbe kirin

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 30 Tebax 2023 - 16:16

Li Gabonê, piştî ku Alî Bongo di hilbijartinê de ji sedî 64´ê dengan wergirt û cara sêyemîn serketina xwe ragihand, darbeya leşkerî li dijî wî pêk hat.

Alî Bongo 30'ê Tebaxê serketina xwe ragihand, lê çend deqeyan piştî vê ragihandinê, leşkeran di televîzyona dewletê de ragihand ku wan dest daniye ser desthilatdariyê.

Alî Bongo 14 sal in li ser desthilatdariyê ye. Di hilbijartinên dawî yên Şemiyê de ji sedî 64.27 ê dengan wergirtibû.

Leşkeran di kanala televîzyonê ya Gabon24´ê de belavokek xwend û da zanîn ku wan hilbijartinên 'bi hîle' betal kirine û 'saziyên komarê hemû betal kirine'.

Leşkeran got, "Piştî ku me rêveberiyeke bêberpirsyarî dît ku dibe sedema xerabûna ahenga civakî û rîsk heye welêt ber bi kaosê ve bibe", "me biryar da ku dawî li rejîmê bînin û aştiyê biparêzin."

Koma darbekar ji Muhafizên Komarê, leşkerên artêşê û karmendên polêsan pêk tê.

Komê got, "Em bang li gel dikin da ku aram be û dilsoziya Gabonê ya bi sozên dane civaka navneteweyî, em ji nû ve piştrast dikin”. Darbekaran sînorên welêt jî girtin.

Alî Bongo yê 64 salî ji sala 2009'an ve Gabonê bi rê ve dibe. Beriya wî, bavê wî Omar Bongo Ondîmba 41 salan li ser rêveberiya welêt bû. Muxalefet nerazîbûnê nîşan dide ku 'Xanedaniya Bongo' 55 salan dewam dike.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.