Endamtiya Gabonê hat sekinandin

Nûçeyên Cîhan

În 1 Îlon 2023 - 16:42

Piştî darbeya leşkerî ya li Gabonê, Yekitiya Efrîkayê endametiya Gabonê ya li nava tevahiya çalakî û saziyên xwe, sekinand.

Rojekê piştî darbeya leşkerî, Konseya Ewlehî û Aştiyê ya Yekitiya Efrîkayê biryar da beşdariya Gabonê ya li nava tevahî çalakî û saziyên xwe bide sekinandin.

Li gorî madeya /30/ ya qanûna Yekitiya Efrîkayê, endamtiya dewletên ku hikûmetên wan bi rêbazên ne destûrî tên ser desthilatê, tê sekinandin.

Ev biryar, piştî civîna Konseya Aştî û Ewlehiyê ya Efrîkayê ya li Addis Ababaê hatibû girtin.

Li gorî ajansa Reutersê, rêveberên welatên Efrîkayê rêbazên bersivdayîna darbeya li Gabonê, nîqaş dikin.

Piştî ragihandina encamên hilbijartinên serokdewletiyê, artêşê li dijî hikûmetê darbe kir. Di hilbijartinê de li gorî encamên eşkerekirî serokdewlet Alî Bongo ji bo cara sêyem hatibû hilbijartin. Beriya hingê jî vavê wî Omar Bongo 44 salan li welêt desthilatdar bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.