Sivîl di navbera aliyan de dimînin

Nûçeyên Cîhan

Duşem 17 Nîsan 2023 - 16:39

Di encama şerê li Sûdanê de herî kêm 97 welatiyên sivîl jî hatin kuştin, 365 jî birîndar bûn.

Şerê dijwar li Sûdanê ev 4 roj in dewam dike. Şerî şemiya bihurî di navbera alîgirên fermandarê hêzên çekdarî Ebulfetah El Bûrhan û cîgirê wî û fermandarê Hêzên Piştevaniya Lezgîn (HPL) Mihemed Hemdan Deqlo -Himêdetî- de dest pê kiribû.
Li gorî daxuyaniya komîteya navendî ya bijîşkên Sûdanê, ji ber şerî herî kêm 97 welatiyên sivîl hatine kuştin, 365 welatî jî birîndar bûne.

Li paytext Xertûmê dengê çekan û teqînan tê. Artêş ji hewayê ve bombeyan li biryargehên HPL´ê dibarîne.
Bi hezaran endamên HPL´ê hene û beriya niha di şerê Darfûrê de weke milîs cih girtibû. Darbeya Cotmeha 2021'ê artêşê û HPL bi hev re kiribû.

Li gorî Sendîkaya Doktoran 56 sivîl Şemiyê û 41 jî Yekşemê hatine kuştin. Nîvê van 97 sivîlan li nêzî paytext Xertûmê hatin kuştin.

Sendîkayê wekî din da zanîn ku artêşê û HPL´ê gelek kes ji hev kuştine, lê belê aliyan ti bîlanço eşkere nekiriye.

HPL´ê Yekşemê êvarê daxuyaniyek dabû û îdîa kiribû ku ew li ber 'serketina dawî' ya şer in. Lê belê nayê zanîn ka kîjan hêz ku derê kontrol dike.

Li welatê ji xwe xizan, ji destpêka şer ve li hin taxên Xertûmê elektrîk û av bi temamî hatine birrîn.

Beriya destpêkirina şerî, ji sê pûana pareke 45 milyon Sûdaniyan, hewcedarî alîkariya lezgîn bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.