Li muzexaneyan dewra ‘terapiyên hunerî’

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 21 Tîrmeh 2022 - 22:06

  • Di van demên dawiyê de li gelek muzexaneyan terapiyên hunerî dest pê kirine û ev yek bûye parçeyekî giring ê muzexaneyan.

Di van demên dawiyê de li gelek muzexaneyan terapiyên hunerî dest pê kirine û ev yek bûye parçeyekî giring ê muzexaneyan. Nexasim jî li muzeyên Fransayê ji bo tendûristiya ruh û aqil, terapiyên hunerî dest pê kirine. Palais des Beaux Arst de Lille yek ji wan saziyan e ku bi giringiya vê meseleyê dizane û niha li muzeyê terapîstekî hunerî dixebitîne. Wekî din Louvre-Lens Museum ku 200 kîlometreyan dûrî Parîsê ye jî bi terapîstên hunerî re dixebite û kargehan li dar dixe. Saziya hunerî ya bi navê Palais de Tokyo jî niha dil dike ku navendeke nû ya terapiya hunerî ava bike. Li vê navendê ji bo insan psikolojiya xwe baş bikin û rehet bibin, wê bernameyên terapiyên hunerî werin hazirkirin. Palais de Tokyo weke saziyeke ku 20 sal e di vî warî de dixebite, dê di Kanûna 2022’yan de xebata xwe bi dawî bike.

Navê navenda ku wê nû were vekirin, dê “”HAMO” be û her kes dê bi rehetî karibe here vê navendê tevlî van terapiyên hunerî bibe. Navend dê ji sê beşên sereke pêk were. Li salona ku ewê navê wê “Salona Pozîtîf” be jî dê psîkyatrîst, hunermendên terapiyê û gelek perwerdekarên ku di vî karî de pispor in, amade bin û alîkariya xelkê bikin. Her wiha li navendê 6 kargehên daîmî jî dê hebin. Ji bo vê projeyê qederê milyonek euro hatiye veqetandin.

PARÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.