Li mîmarê Êzîdxana azad pîroz be

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 15 Kanûn 2023 - 16:05

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê bi boneya cejna Rojiyên Êzî peyamek belav kir û hate gotin; “Em Cejna Rojiyên Êzî di serî de li mîmarê Êzîdxana azad Rêber Apo, li hemû gelê xwe yê Êzidî û Kurdistaniyên bi rûmet pîroz dikin. Her wisa li hemû cangoriyên xwe yên nemir ku em bi saya wan îro li ser xaka xwe bi rengekî azad cejnên xwe pîroz dikin, bi vê wesîleyê em şehîdên xwe bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Tê zanîn ku em weke Êzidî yek ji wan gelên herî kevnar yên Rojhilata Navînin ku gelek êş û azar jiyan kiriye. Di şexsê gelê me de hate xwestin ku keleha dawî ya mirovahiya berxwedêr, cewhera xwe ji dest nedayî, çanda jiyana wekhev û komûnal ya dîrokî ji dest nedayî tine bikin. Lê me weke gel bi berxwedaniya xwe ya bêhempa ya bi pêşengiya cangoriyên xwe ji Berxwedan û Vînaran heya Mam Zekiyan, Bêrîvanan, Seîd û Zerdeştan û heya cangoriyên me yên dawî Argêş û Berxwedanan, ev plan astengkir û têk bir. Ev motîve, têkoşîna berfireh û pir alî wê were dewam kirin û xurt kirin heya azadiya Rêber Apo û jiyana azad ya gelê me were misogerkirin, statûya xweser ya Şengalê bê naskirin. Careke din em bang dikin ku bi wesîleya Cejna Êzî, em yekîtiya xwe û rêxistinbûna xwe xurtir bikin, berxwedanî û têkoşîna xwe ya li dijî dagirker, hevkar û dijminên kokê geştir bikin û li Êzîdxana azad û xweser xwedî derkevin.

Her wisa bi hêviya yekbûn û tifaqa Êzidiya pêk were û ev roj bibe roja parastina nasname û yekîtiya xwe.”

 

Destê xwe dirêjî civaka xwe bikin

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropa (KCÊ-E) jî got:"Hinek taybetmendiyên cuda yên pêvajoya rojî û cejnan hene. Yek ji wan jî dayîna xêr û xeratê miriyan, piştgirtin û alikariya civakî ye. Bi taybetî jî gihandina xêr-xêrat û alîkariya bi kesên ku pêwistiya wan pê heyî. Ev erk mîna rojî, cejn û duayan giring û ferz e. Hîn jî bi deh hezaran Êzdiyên me di kampên mihaciran de dijîn û nikarin bi germahî rojiyên xwe bigrin, cejnên xwe pîroz bikin. Rewşa civaka me ya li Şengalê jî, ne kêmî ya wan e. Her wiha li ser civaka me ya Şengalê dorpêçkirin, teslîmbûn, birçîbûn û bêrûmetiyê ferz dikin û dixwazin siberoja wan tarî bikin. Eger siberoja civaka me ya li Şengalê tarî bibe, divê ku em baş bizanibin ku wê siberoja tevahiya Êzdîxanê tarî bibe. Lê tevî hemû astengiyan jî cihê kêfxweşiyê ye ku civaka me yên li kampên başûr qefle bi qefle vedigerin ser cih û warên xwe.

Ji bo Êzidxaneke azad û nasandina statuya Ṣengalê, tekoṣina xwe mezintir bikin. Bi vê armancê em bang li tevahiya civaka xwe dikin, bi taybetî jî bang li civaka xwe ya li Ewropayê dikin ku xêr, xêrat û alîkariya xwe ya îsal jî bighînin civaka xwe ya ku pêwistî pê heyî. Bi taybetî jî em destê alikariyê kesên xwe yên li kampên Başûr û Şengalê bikin. Li ser vî esasî em cejna hemû civaka xwe ya li tevahiya cîhanê pîroz dikin û 15’ê Kanûnê li hemû heremên ku pîrozbahiyên Cejna Êzî pêk tên. Em tevahiya civak, dost û hevalên xwe vedixwînin van pîrozbahiyan dikin."

Herwiha Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan DEM Partî û rêxistinên Rûsyayê yên Êzîdî, bi peyaman Cejna Êzî li tevahî civaka Êzîdî û gelê Kurd pîroz kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.