Li Mexmûrê ‘Yaşar ne dijî, ne najî’

Nûçeyên Çand/Huner

În 4 Adar 2022 - 02:54

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) mamoste û xwendekaran şanoya bi navê ‘Yaşar ne dijî, ne najî’ nîşan da. Şano li salona konferansê bi beşdarbûna xwendekar û mamostayên dibistana amadeyî, hat pêşkeşkirin. Ev mehek û nîv e ku xwendekar û mamoste ji bo vê lîstikê amadekarî dikirin. 

Temaşevanan hez ji şanoyê kir.

Derhêner û lîstikvanê şanoyê, Sîrwan Kanit dibêje, şanoya bi navê ‘Yaşar ne dijî, ne najî’ ji berhemeke pirtûka Ezîz Nesîn hatiye girtin: “Ev şano li bajarên Bakûrê Kurdistanê, bi zimanê Kurdî û Tirkî hatiye pêşkêşkirin. Me jî xwest bi zimanê Kurdî pêşkêş bikin. Hemû lîstikvanên me xwendekar in û cara yekem e ku di şanoyeke bi vî awayî de cih digrin, li ruxmê vê yekê jî pirr baş dilîstin. Rêber Apo di pirtûkeke xwe de dibêje: ‘Rewşa Kurdan, wekî rewşa Yaşar Yaşamaz e’. Ango ev kes di rastiyê de jiyan dike, lê di fermiyeta dewletê de jiyan nake. Ev şano du roj in didome. Hêviya me ew e ku ev çanda şanoyê hêdî hêdî di nava wargehê de bi pêş bikeve.”

‘Çanda xwe bi hestên xwe derbixin’

Lîstikvan Jiyan Yigît jî got, “Ev mehek û nîv e em bi coş û kelecaneke mezin xwe ji bo vê lîstikê amade dikin. Armanca me di vê şanoyê de ew e ku ciwan çanda xwe zindî bikin. Em bi pêşkêşkirina şanoyeke bi vî awayî ya ji bo xwendekaran pirr kêfxweş in. Banga min ji bo her ciwanekî ew e ku çanda xwe bi hestên xwe derbixin da ku mirov bizane jiyan dikin. Em hêvîdar in ku ev pêşandanên me hêzê bidin xwendekaran.”

ROJNEWS/MEXMUR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.